07:40 21 Mijdar 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li seranserê Tirkiyeyê zêdetirî 2 hezar û 181 gumanbar hatin binçavkirin

    © AP Photo/ / Irfan Cemiloglu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2911

    Li seranserê Tirkiyeyê ji terefê hêzên ewlehî, cendirme û yekîneyên qeraxê ve bi navê 'Guven Huzur Turkiye-3' operasyon hate lidarxistin. Di operasyonê de zêdetirî 2 hezar û 181 kesên biguman hatin binçavkirin.

    Di operasyona ku ji terefê hêzên ewlehî ve hate lidarxistin de 81 wesayît, 91 demançe, 91 çifte, 80 hezar û 268 pakes cixareyên qaçax, 686 telefonên qaçax, 762 lître araka qaçax û 103 perçe berhemên dîrokî hatin desteserkirin.

    Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Ewlehî, di kordînasyona Wezareta Navxweyî de li 81 bajarên Tirkiyeyê bi hêzên ewlehî, cendirme û yekîneyên qeraxê şevê din li ser rêyên vekirî bi du pîleyan operasyoneke hemdemî hat lidarxistin.

    GELEK ÇEK Û MADEYÊN HIŞBER HATIN DESTESERKIRIN

    Midûriyetê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku di lêgerîna şexs û wesayîtan de çekek lûledirêj, 91 demançe, 91 çifte, hezar û 660 gule, 38 aletên birînî, 68 demançeyên hişkeber, 373 xram eroin, 4 kîlo û 722 xram esrar, 72 xram bonzaî, 80 hezar û 268 pakêtên cixare yên qaçax, 686 telefonên qaçax, 762 lître araqa qaçax, 20 kîlo zîv, 9 ton û 880 kîlo goştê sor ku menşeyê wê nayê zanîn û 103 perçeyên berhemên dîrokî di operasyonê de hatin desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Sêrtê li hemberî qereqolê êrişa çekdarî: 5 polês birîndar bûn
    3 ji wan polês termê 4 kesan hat dîtin
    42 polês ji bikaranîna ByLockê hatin girtin
    Li Mêrdînê teqîn: 3 polês birîndar bûn
    Bozdag: "Di teqîna Amedê de kuştiyên me sivîl û polês hene"
    Etîketan:
    Lİ seranserê Tirkiyeyê operasyon, Midûriyeta Giştî ya Ewlehî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de