14:01 24 Mijdar 2017
Zindî
    Antonio Guterres

    Guterres: Divê bersiva vê comerdiya Tirkiyê hebe

    © REUTERS/ Denis Balibouse/File photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2231

    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres piştî civîna bi Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim re ragihand, ‘Gelê Tirkiyê hem ji mirovên ji Sûriyê hatine re, hem jî ji yên welatên din re deriyê xwe û dilê xwe vekir. Helbet divê bersiveke vê comerdiyê hebe.’

    Guterres piştî hevdîtina li Dolmabahçe ya bi Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim re, di civîna hevpar a rojnamevanî de axivî.

    GUTERRES: GELEK WELAT JI BERPIRSIYARIYÊ DIREVIN

    Sekreterê NYyê behsa camêriya Tirkiyê ya ji bo hewandina penaberan kir û wiha pê de çû: "Gelê Tirkiyê hem ji mirovên ji Sûriyê hatine re, hem jî ji yên welatên din re deriyê xwe û dilê xwe vekir. Helbet divê bersiveke vê camêriyê hebe. Niha gelek welat sînorên xwe digirin û ji berpirsiyariyê direvin. Loma jî divê em peywira xwe bi awayekî çalak pêk bînin. Divê parastina penaberên navnetewî bi awayekî bêqisûr were kirin."

    'EM XEBATÊN TIRKIYÊ PÎROZ DIKIN'

    Guterres li ser Tirkiyê ya di civînên Astanayê de jî rawestiya û xebatên ji bo çareseriya krîza Sûriyê pîroz kir.

    "Piştî tiştên ku li Astanayê hatin kirin, pêwîst bû xebat li Cenevê berdewam bikin. Tirkiye ji bo vê xebat kir. Cenev bêhtir ji bo çareseriya siyasî hewil dide. Em xebatên Tirkiyê yên di vî warî de pîroz dikin."

    Bi heman mijarî:

    'Delîlên rastîn ên êrîşa sîber li ser Wezareta Îtalyayê nînin'
    'Meha Rêbendanê li Helebê 2 hezar terorîst hatin kuştin'
    Misilmanên Moskowê 6 milyon ruble alîkarî digihînin penaberên Sûrî
    'Em xwe tevî karê DYAyê nakin, bila ew jî xwe tevî karê YEyê nekin'
    Wezîra Almanî: Gelek kêşeyên kurewî bêyî Rûsya çareser nabin
    Etîketan:
    NY, Tirkiye, Guterres: Divê bersiva vê comerdiya Tirkiyê hebe, Neteweyên Yekbûyî (NY), Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de