05:09 24 Mijdar 2017
Zindî
    Polîsên Tirkiyê

    Li 81 bajarên Tirkiyê operasyona ewlekariyê dest pê kir

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3312

    Li 81 bajarên Tirkiyê bi beşdariya 80 hezar hêzên ewlekariyê operasyoneke hevdem a ewlehiyê hat destpêkirin. Operasyona bi navê 'Aramiya Tirkiyê 3' bi beşdariya Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu tê birêvebirin.

    Li gor daxuyaniya Navenda Giştî ya Asayîşa Tirkiyê hêzên ewlekariya Tirkiyê îşev li 81 bajaran bi kordîneyeke hevpar dest bi operasyona aramî û ewlehiyê kir.

    Di operasyonê de hem kontrola rêyan hat kirin hem jî li deverên cemawerî kontrola ewlekariyê li ser hemwelatiyan hatin kirin.

    Herwiha hat ragihandin ku dê operasyon heta derengiya şevê bidome û li gelek bajaran rêyên çûnûhatê ji aliyê polîsan ve bo kontrolê hatine girtin.

    Bi heman mijarî:

    'Delîlên rastîn ên êrîşa sîber li ser Wezareta Îtalyayê nînin'
    DAIŞê li Herêma Kurdistanê 385 penaber revand
    Artêşa Sûriyeyê derbeyên giran li DAIŞê dixe
    Rûsya: Niha rewş ji bo çareserkirina krîza Sûriyê guncaw e
    Rêveberiya Xweser a Rojava li Amerîkayê nûnertiyê vedike
    Etîketan:
    Li 81 bajarên Tirkiyê operasyona ewlekariyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de