04:54 23 Mijdar 2017
Zindî
    Leşkerên tirk di operasyona Mertalê Firatê de

    Ji TSKê daxuyaniya el Babê: Ev 10 roj bûn, leşkerên me li heman cihî bûn

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2411

    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bersiva daxuyaniya Rûsyayê ya wekî 'kordînatên şaş dan me' da û got: 'Ev 10 roj bûn, leşkerên me li heman cîhî bûn.'

    TSKê derbarê daxuyaniya Rûsyayê ya li ser operasyona hewayî ya li el Babê ku di encamê de 3 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de tê gotin ku: ‘Ev 10 roj in leşkerên me li heman cîhî bûn. Herî dawî di 8ê Sibatê de, li ser avêtina moşekek ji aliyê herêmek di bin kontrola Rûsyayê, ya leşkerên me cih guherandin. Me kordînatên leşkerên xwe heman rojê dora saet 23:11an de ji perosenelên li Navenda Leşkerî ya Humeymimê re eşkere kir.'

    Hêjayî gotinêye ku Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov îro bi rêya daxuyaniyek çapemeniyê diyar kir ku ew di mijara bûyera li el Babê ku di encamê de 3 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest da de ji hev cuda difikirin.

    Peskov got: ‘ Em di mijara sedemên bûyerê de nîqaşan nakin. Mixabin leşkerên me di dema operasyonek hewayî ya li dijî terorîstan de, li gorî kordînatên ku ji aliyê partnerên me yên tirk hatin dayîn tevgeriya. Divê leşkerên tirk ne di nava wan kordînatan de bûna.'

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk: Balafirên rûs ên şer bi şaşîtî li leşkerên me dan
    DAIŞê dîsa êrişî leşkerên tirk kir: 5 kuştî bi 10an jî birîndar
    DAIŞê li El Babê dîsa êrîşî leşkerên tirk kir: Leşkerek hat kuştin û 10 birîndar bûn
    Hejmara leşkerên mirî yên tirk zêde bûn
    Etîketan:
    daxuyaniya kremlînê, leşkerên tirk, el bab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de