01:41 26 Gulan 2018
Artêşa Tirk  - Bajarê El Babê yê Sûriyeyê

Fermandarê ASAyê: Me ji sedî 30ê El Babê ji DAIŞê girt

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 21

Leşkerên Tirk û ASAyê di encama operasyona ji bo girtina bajarê El Babê de Nexweşxaneya Hikme, Nexweşxaneya Jinan û cadeya Zemzemê ji destê DAIŞê girtin û heta taxên nava bajêr çûn. Fermandarê ASAyê Taha Atraç ê ku ji bo Sputnikê axivî, diyar kir ku li El Babê pevçûnên dijwar diqewimin û got ji sedî 30ê wî bajarî ji DAIŞê hatiye girtin.

Hikmet Durgun

Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên ASAyê hatin girtin leşkerên Tirk û hêzên ASAyê ji bo girtina bajarê El Babê 2 roj berê bi 2 hezar leşkeran û çekên giran dest bi operasyonê kirin. Di operasyonê de balafirên şer ên Tirkiyeyê hedefên DAIŞê ji hewayê ve bombebaran dike, topvanên Tirk jî ji erde ve bombebaran dikin.

Leşkerên Tirk û endamên ASAyê di çarçoveya operasyonê de heta taxên nava bajêr çûn û li taxa Zemzemê ya li rojavayê el Babê pevçûnên dijwar dest pê kir. Cadeya Zemzemê, mizgefta Zemzemê, Nexweşxaneya Hikmeyê û nexweşxaneya jinan di encama wan pevçûnên dijwar de ji destê DAIŞê hatin girtin.

'ÎNŞEALLAH EM Ê ÎŞEV EL BABÊ BIGIRIN'

Fermandarê Tumena Helebê ya ASAyê Taha Atraç ji bo Sputnikê axivî û di derbarê pevçûnên li El Babê de ev tişt gotin:

"Em ketin taxên nava bajêr. DAIŞ ji aliyê rojavayê bajêr ve dest bi êrîşan kir û di encamê de pevçûnên dijwar qewimîn. Li El Babê nîvê milîtanên DAIŞê reviyan, nîvî jî şer dikin. Me herêma Kabasinê jî ji DAIŞê girt. Me ji sedî 30î bajêr bi dest xistiye. Înşeallah em ê îşev El Babê bigirin. Me gelek milîtanên DAIŞê kuştin. ASAyê jî gelek wendahî dan."

Atraç da zanîn ku li ser zêdebûna pevçûnan ASAyê û leşkerên Tirk piştgirî şandin û got, "Balafirên şer ên Tirk her tim sengerên DAIŞê bombebaran dikin. Ji ber pevçûnan sivîl di rewşeke dijwar de ne. DAIŞ wan wek mertalên zindî bi kar tînin. Sivîlên ku derfetê dibînin, ji bajêr direvin."

'RÛSYA JÎ SENGERÊN DAIŞÊ BOMBEBARAN DIKIN'

Atraç ragihand ku rejim (Artêşa Sûriyeyê) ji başûrê El Babê ber bi bajêr ve pêş de diçin û got balafirên şer ên Rûsyayê jî li wê herêmê sengerên DAIŞê bombebaran dikin.

Atraç anî ziman ku duh di navbera wan û Artêşa Sûriyeyê de jî pevçûn derketiye.

Bi heman mijarî:

Çavkaniyeke leşkerî ya Tirkiyeyê: Tirkiye ji berteka Rûsyayê ya bûyera El Babê kêfxweş e
Rûsya û Tirkiye piştî bûyera El Babê dixwazin kordînasyona Sûriyeyê bihêz bikin
Fermandarê ASAyê: Hevpyeman li El Babê li DAIŞê naxe, Rûsya lê dixe
DAIŞê li El Babê dîsa êrîşî leşkerên tirk kir: Leşkerek hat kuştin û 10 birîndar bûn
Artêşa Sûriyeyê li El Babê ve dest bi êrişan kir
Ibrahim Kalin: Yekîneyên me ketin nava bajarê El Babê
DAIŞê êrişî leşkerên tirk ên li El Babê kir: 2 mirî û 15 birîndar
Etîketan:
Artêşa Tirk, DAIŞ, Fermandarê Tumena Helebê ya ASAyê, Taha Atraç, El Bab, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de