04:35 22 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    ‘DAIŞ serê kurdan bi destê kurdan dide jêkirin’

    © AFP 2017/ File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12511

    Berpirsarê Pêkvejiyana Olî yê Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê Merîwan Neqşbendî ji Spûtnîk Kurdistanê re derbarê hejmara kurdên tev li DAIŞê bûne û bergiriyên Herêma Kurdistanê li dijî hebûna fikrên tundrew de axivî.

    Dilyar Amûdî

    Neqşbendî diyar kir ku DAIŞê bi zanebûn serê kurdan bi kurdên ji dewletên din dide jêkirin, daku neyarî û nakokiyên navbera ‘kurdên her çar perçeyên Kurdistanê' zêde bikin.

    Herwiha Neqşbendî diyar dike ku di sala 2013an û 2014an de dora 500 ciwanên kurd ên temenê wan di navbera 13 û 25 salan de ye ji Herêma Kurdistanê li gel jin û zarokan tev li DAIŞê bûne.

    "PIŞTÎ SALA 2014AN, TI KES JI KURDISTANÊ TEV LI DAIŞÊ NEBÛYE"

    Rayedarê kurd diyar dike ku piştî sala 2014an de ti kes ji Herêma Kurdistanê tev li DAIŞê nebûye û wiha dibêje: "Di sala 2015an de ti kes ji Kurdistanê neçûye nav komên terorîstan û DAIŞ. Tenê di wan du salan de ciwanên kurd li Başûrê Kurdistanê çûne nav DAIŞ, anku di sala 2014an û 2013an de."

    Herwiha Neqşbendî dibêje ku piraniya kesên tev li DAIŞê bûne, ne ji Herêma Kurdistanê lê ji welatên sêyem tev li wan bûne û mijarê wiha zelal dike: "Beşeke mezin ji wan kesan ji nava Sûriyeyê çûne nav DAIŞê. Pêwendiya beşekî mezin ji wan li Herêma Kurdistanê bi DAIŞê re çênebûye, lê di rêya welatên sêyem re tev li DAIŞê bûne. Hinek ji wan ji Sûriyeyê, hinek jî ji Libnanê çûne û hinekên din ji Iraqê çûne nav DAIŞê."

    Derbarê kiryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê û fikirên wê li Herêma Kurdistanê, Neqşbendî diyar dike ku hikûmetê lijneyek damezirandiye ji bo vê mijarê bişopîne û li dijî wê bixebite. Rayedarê hikûmetê wiha dibêje: "Di sala 2015an îcraatên me dest pê kir ji bo rûbirûbûna bi fikirên tundrew û şopandina rewşa mizgeftan û rewşa olî bi giştî. Êdî piştî cîbicîkirina planên me, di sala 2015an de kes neçûne nav DAIŞê."

    "KURDÊN JI NAVÊ DAIŞÊ VEGERIYANE GIRTÎ NE Û DI BIN ÇAVDÊRIYÊ DE NE"

    Herwiha Neqşbendî diyar dike ku bêtirî 300 kesên ji wan 500 kesên çûne nav DAIŞê hatine kuştin û wiha pê de diçe: "Hinek ji wan bi bombebarankirina hevpeymana navdewletî hatin kuştin, hinek ji wan jî bi destê DAIŞê bixwe hatin kuştin. DAIŞê hinek ji wan bi tohmetên îxanetê û hevkariya bi Hêzên Pêşmerge û Hêzên Ewlekariya Kurdistanê ew gulebaran kirine. 150 kes jî vegeriyane Herêma Kurdistanê û piraniya wan di zindanan de ne û di çavdêriya dezgehên ewlekariya Kurdistanê de ji bo bizanin û piştrast bikin ku bi silametî vegeriyane ne ku bi niyeteke xerab û êrîş bikin."

    "EGER KURD DI NAV DAIŞÊ DE MABIN JÎ, AGAHÎ DERBARÊ WAN DE TINE NE"

    Li gorî daxuyaniyên Neqşbendî aqûbeta wan 50 kurdên Herêma Kurdistanê yên di nav DAIŞê de mane nayê zanîn û wiha dibêje: "Bi qasî em dizanin niha kêmtirî 50 kurdî di nav DAIŞê de hene lê ew jî ne zelal e û nayê zanîn bê mane yan nemane, ji ber me piştî destpêkirina şerê Mûsilê, ti agahî derbarê kurdên nav DAIŞê de neman".

    Neqşbendî teqez dike ku piştî bergiriyên hikûmetê, ti kurdên Herêma Kurdistanê di nav DAIŞê de nemane û wiha got: "Bi qasî zanîna me, kurdên Herêma Kurdistanê êdî naçin nav DAIŞê lê xelkê perçeyên din ên Kurdistanê diçin nav DAIŞê. Wek xelkê rojhilat, bakur û rojava ne. Li gorî agahiyên me, ti kurdekî başûr di nav DAIŞê de nemaye. Yên berê hebûn jî yan bi rêyên qaçaxî û koçberiyê çûne Ewropayê yan jî di vî şerê azadkirina Mûsilê de û şerê Kerkûkê yên berî demekê qewimîbû hatine kuştin. Ihtimal e ku ew jî hatibin kuştin. Lê dîsa jî agahiyên zelal derbarê wan kesên mane de tine bê hatine kuştin, reviyane yan çawa bûne".

     "XELKÊ DIHOKÊ GELEKÎ KÊM TEV LI DAIŞÊ BÛNE"
    Ji aliyê din ve, endamê lijneya têkoşîna li dijî DAIŞê ya Hikûmeta Kurdiatanê, diyar dike ku kesên tev li DAIŞê bûbûn, ji hemû deverên Kurdistanê bûne. Ji Hewlêrê, ji Silêmaniyê, ji Germiyanê, ji Helebceyê, ji navçeyên Rabîe û Qeledizê, ji Çoman û Hecî Omeranê, ji Berdereş, lê yên herî kêm ji sînorê parêzgeha Dihokê çûn nav DAIŞê.

    Li gel vî tiştî jî, Neqşbendî yê ku endamê lijneyê ye, teqez dike ku hîn vekolîn li ser sedem û hokaran berdewam dikin û diyar dike ku Lijneya Wezareta Ewqafê û Wezareta Rewşenbîrî bi hev re dixebitin û wiha dibêje: "Ew lijne ji bo vekolandina sedema çûna ciwanan û nasandina terorê û şêwaza danûstendina bi fikirê tundrew re dixebite. Lijne hewl dide rêyên rast peyda bike ji bo li ser ragihandinê û xîtabê dînî û hemû aliyê çandeyî, rewşenbîrî û wekî din şerê fikirê tundrew bike. Lê ez vê teqez dikim ku ji hemû deverên Kurdistanê bi rêjeyên cûrbicûr çûne û zarok û jin jî bi xwe re birine ku em hîn nizanin bê çi hatiye serê wan jî. "

    "ÇAR SEDEMÊN HEBÛN KU KURD TEV LI DAIŞÊ DIBÛN"

    Derbarê sedemên beşdarbûnê de, Neqşebendî diyar dike ku lêkolîn hîn dewam dikin û wan sedeman wiha rave dike: "Di rastiyê de hinek faktorên sereke me bi dest xistine ku wiha ne; hinek ji wan di bin bandora fikirên tundrew, selefî û cîhadî de bûn, ji ber mixabin li Herêma Kurdistanê gelek pirtûkên wiha hene ku di rêya pêşangehên pirtûkan re gihiştine Herêma Kurdistanê; hinekên din jî di rêya fetwayên bangwazan(daiyên islamî) re çûne ku ew bangwaz jî ne karmendên me ne anku ne yên wezareta ewqafê ne lê bi serê xwe ne; hinek jî di rêya medya civakî wek Facebook û Twitterê re pêwendî bi komên terorîst re danîbûn û wan qenaeta xwe pê anîbû ku biçin nav DAIŞê; beşek jî heye ku ji ber kêşeyên xwe yê xweser ên civakî çûne nav DAIŞê ku bi taybetî ew hîn zarok bûn".

    "DAIŞ NE TENÊ HÊZEKE LEŞKERÎ YE LÊ HÊZEKE FIKIRÎ YE"

    Neqşendî bi bîr tîne ku DAIŞ tenê ne hêzeke leşkerî ye lê hêzeke fikirî ye ku li hemû welatan dilsozên DAIŞê hene, lewra pêdivî bi têkoşîneke fikirî jî heye û derbarê icraatên Herêma Kurdistanê de wiha got: "Di wê çarçoveyê de lijneya me li gel wezareta Rewşenbîriyê kar kir ku her çi saziya medyayê, çi televizyon, çi radyo, çi kovar heye li Kurdistanê fikirên tundrewî belav bikin, werin sizakirin û îcraat li dijî wan werin pêkanîn. Hinek ji wan hatine girtin wek hinek kanalên herêmî hatine girtin ji ber belavkirina fikirên tundrew. Anku Wezareta Ewqafê û ya Rewşenbîrî dê îcraatan pêk bîne li dijî çi kanaleke medyayê fikirên tundrew belav bike yan piştgiriyê bidê."

    Herwiha Neqşbendî diyar kir ku li dijî wan bangwazên fikira tundrew belav kirine jî xebatên wan berdewam dikin û wiha got: "Ji bo wan kesên bangwaz jî, me lêkolîn li xetîbên mizgeft û mamosteyên mizgeftan kir çi karmendên Wezareta Ewqafê bin çi na û çavdêrî li wan û di sala 2016an de me îcraat li dijî 7 mamosteyan kir ku derketibû holê, fikira tundrew belav dikin û provokasyonê dikin. Em vê mijarê bi cidiyeteke zêde dişopînin ta ku fikirên tundrew li her derê bişopînin."

    "DAIŞ DIXWAZE NEYARIYÊ DI NAV KURDAN DE ÇÊKE"

    Derbarê hejmarê kurdên li dewletên din dijîn û tev li DAIŞê bûne de jî, Neqşbendî dibêje ku agahiyên zelal tine ne lê dîsa jî hejmareke zêde heye ku tev li wan bûne û wiha dibêje: "Helbet agahî hene ku hejmareke zêde ji beşên din ên Kurdistanê, ji rojhilatê, rojava û bakur heye. Kurd in û di nav DAIŞê de hene û wan hinek caran bi kar tînin ji bo ku kurdek serê kurdekî başûr, serê pêşmerge jê bike daku nakokî û neyariyê di navbera kurdan de çêkin. Armanca wan jî ew bû kurdên her çar beşên kurdan neyariya hev bikin. DAIŞ bi zanebûn wê şêweyê bi kar tîne. Lê agahî derbarê hejmara wan de tine."

    Bi heman mijarî:

    'HSDê balafireke keşfê ya DAIŞê xist'
    Gundekî li Reqqayê ku baregeha DAIŞê bû, hate rizgarkirin
    DAIŞê li Stenbolê perwerdeya şerîetê daye zarokan
    Rûsya: Tirkiye di têkoşîna li dijî DAIŞê de piştgiriyek mezin da
    Fermandarê ASAyê: Hevpyeman li El Babê li DAIŞê naxe, Rûsya lê dixe
    DAIŞê dîsa êrişî leşkerên tirk kir: 5 kuştî bi 10an jî birîndar
    Berpirsê karên dadê yê DAIŞê hat kuştin
    DAIŞê ji Sinaya Misrê moşek avêtin Îsraîlê
    Etîketan:
    Kurdên di nav DAIŞê de, Pêşmerge, DAIŞ, Merîwan Neqşbendî, Sûriye, Libnan, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de