17:52 23 Mijdar 2017
Zindî
    Welatiyên ku rojnameya Akşam û Guneşê ew weke terorîst nîşan da

    Welatiyên ku rojnameya Akşam û Guneşê ew weke terorîst nîşan da: Em kirin hedef

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 16754

    Rojnameyên tirk ên bi navê Guneş û Akşamê bi wêneyekî ku li Pirsûsê hatîye girtin, sê kesên ji Şirneşê weke PYDî û PKKî nîşan dan. Lê derket holê ku her sê welatî ji navçeya Elkê ya Şirnexê ne. Welatiyên bi navê Ergin Durmuş û Cemal Şeker anîn ziman ku rojnameyan ew hedef nîşan dane.

    Rojnameya Güneş û Akşam ên ku li Tirkiyê weşanê dikin îro di nûçeyên xwe de behsa akademisyenên ku ji kar hatine avêtin kirin. Di nûçeyên rojnameyan de akademisyen weke ku ferman ji PKKê standibin hatin nîşandan. Rojnameya Guneş ê di manşeta xwe de sernavê "Akademîsyen ev in?" bikar anî û rojnameya Akşamê jî nuçeya xwe bi sernavê "Ne akademisyenin aligirên terorîstane" weşand. Di heman nûçeyan de wêneyek hatiye bikar anîn ku sînameger Onder Çakar û 3 kesên din tê de cî digirin. Lî gorî nûçeyan Onder Çakar beşdari nav PYDê bûye û kesên di wêne de ne PYDî ne. Lê derket holê ku her sê kesên li gel Onder Çakar niştecihên ji navçeya Elkê ya Şirnexê ne.

    Welatiyên ku rojnameya Akşam û Guneşê ew weke terorîst nîşan da
    © Foto:
    Welatiyên ku rojnameya Akşam û Guneşê ew weke terorîst nîşan da

    SPUTNIK KURDISTANÊ XWE GÎHAND KESÊN KU DI WÊNE DE NE

    Piştî ev nûçe û wêne belav bû Sputnik Kurdistanê xwe gîhand ew kesên ku di wêne de cî digirin. Kesên li gel sînameger Onder Çakar welatiyên sivîl ên ji navçeya Elkê ya Şirnexê ne.

    Sputnik Kurdistanê xwe bi rêya telefonê gîhand ji wan her sê kesan Ergin Durmuş û Cemal Şeker. Ergin Durmuş derbarê vê nuçeyê de axifî û got: "Ew wêne beriya niha bi 3 salan me girt. Wê demê dayika min nexweş bû, dermankirina penceşêrê dibû û ez vegerîyam malê. Ev nûçe û wêne min îro dît û ez matmayî mam. Tiştekî ecêbe. Em hedef nîşandane. Em sivîlin û herkes vê dizane. Me ev yek bi parêzerên xwe re parvekir û emê gilî bikin."

    Rojnameya Guneşê
    © Foto:
    Rojnameya Guneşê

    ‘ROJNAMEYAN ME HEDEF NÎŞAN DAN'

    Welatiyê bi navê Cemal Şeker ê ku di wêne de li hêla çepê ya sînameger Onder Çakar de cîh digre.  Şeker jî ji gundê Elkê ye. Şeker wiha axifî: "Niha ez li gundim. Ez zêde çapemeniyê naşopînim. Hevalên min nûçe û wêne pêş min kir û min dît. Ew cil û bergên kurdî ye û li herema me herkes wan li xwe dike. Ev yek şaş fêmkirine û me hedef nîşan dane. Em ê bi parêzerên xwe re gilî bikin."

    Bi heman mijarî:

    'HSDê balafireke keşfê ya DAIŞê xist'
    Zaxarovayê xelata "pêbaweriya çapemeniyê" wergirt
    Li bajarê kurdan lêkolinek balkêş!
    Kommersant: Dibe ku leşkerên tirk beyî agahiya Rûsyayê jinûve hatibin bicihkirin
    Çavkaniyeke leşkerî ya Tirkiyeyê: Tirkiye ji berteka Rûsyayê ya bûyera El Babê kêfxweş e
    Polîsan pêşî li ber akademîsyenan girt
    Etîketan:
    nîşandan, rojname, hedef, PYD, Sputnik, Onder Çakar, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de