11:17 21 Mijdar 2017
Zindî
    Suriye ordusuna ait tanklar El Bab'a iyice yaklaştı

    Kommersant: Dibe ku leşkerên tirk beyî agahiya Rûsyayê jinûve hatibin bicihkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1810

    Rojnameya Kommersantê di nûçeya xwe ya îro de diyar dike û dibêje dibe ku ji leşkerên tirk yên ku di encama operasyona hewayî ya Rûsyayê ya li el Babê jiyana xwe ji dest dan, bêyî agahiya Rûsyayê hatibin bicihkirin.

    Li gorî agahiyên nûçeya Kommersantê, serkanên tirk û rûs, ji beriya operasyonê  li ser kordînatorên ku duh ji aliyên hêzên hewayî yên rûs ve hatin bombebarandin lihev kiribûn. Li gorî idiaya rojnameyê ‘dibe ku sedema operasyona ku bû sedema kuştina 3 leşkerên tirk, bîcîhkirina jinûve ya bêyî agahiya Rûsyayê be.'

    Herwiha di dewama nûçeyê de tê gotin ku di dema operasyonan de baklafirên şer yên Su-24M, Su-34 û Su-25SM hatine bikaranîn. Li gorî nuçeyê pîlotê her balafirê xwedî tecrubeyên hewce bûn û hin ji wan pîlotan beriya demekê li gel Hêzên Hewayî yên Tirk re bi el Babê operasyon jî pêk anîne.

    Operasyonên ku behsa wan tê kirin di 18,21 û 26ê Rêbendanê bi balafirên hêzên tirk yên F16 û F4an hatine kirin û li gorî Kommersantê ti ferqa operasyona duh ji yên bere jî tune bû. Herwiha tê gotin ku: ‘Balafirên Rûs yên ku fermana operasyonê girtin, ji Baregeha Hmeymin ya li Lazkiyeyê bi hewayê ketin û ber bi el Babê ve firiyan. Encamên operasyonê jî  piştî ku vegeriyan Hmeymimê hîn bûn.'

    Bi heman mijarî:

    Kommersant: Rosneft dixwaz e parên xwe yên li Cezayirê bifiroş e
    Kommersant: "Dibe Rûsya salê 2 milyar metokup xazê sewkî Tirkiyeyê bike"
    Kommersant. "Tu nuqteyeke ku Pûtîn û Erdogan li ser li hev nekirin nema"
    Kommersant: "Ji bo derengmayîna firînên charterê daxwaza çûna Tirkiyeyê kêm bû"
    Etîketan:
    leşkerên tirk, operasyona leşkerî, Kommersant, el bab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de