16:52 21 Mijdar 2017
Zindî
    İran İslam Devrimi'nin 38. yıldönümü

    Rûhanî: Em ê li dijî polîtîkayên bangewaziya şer derkevin

    © AP Photo/ Vahid Salemi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1911

    Li Îranê di salvegera 38emîn a Şoreşa Îslamî ya Îranê de bi sed hezaran kes beşdarî pîrozbahiyên salvegerê bûn û dirûşma ‘Mirin Ji Amerîkayê re' berz kirin. Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di axaftina xwe ya pîrozbahiyan de got, "Divê ew hînê rêzgirtina ji Îran û Îraniyan re bibin. Em ê li dijî polîtîkayên bangewaziya şer derkevin."

    Rûhanî di axaftina xwe ya ku di televizyona dewleta Îranê de bi zindî hat weşandin de got, "Amerîka û hinek derdorên bê tecrube gefê li Îranê dixwe. Divê zanibin ku gefxwarinên wan tu caran wê bandorê li Îranê neke. Divê hînê rêzgirtina ji Îran û Îraniyan re bibin. Em ê li dijî polîtîkayên bangewaziya şer derkevin."

    LI TEHRANÊ BI SED HEZARAN KES LI QADA AZADIYÊ LI HEV KOM BÛN

    Li Îranê ji ber salvegera 38emîn a Şoreşa Îslamî ya di sala 1979an de bi sed hezaran kes li Qada Azadiyê li hev kom bûn.

    Li gel dowîzên ‘Mirin Ji Amerîkayê re' kûklayên Serokê Amerîkayê Donald Trump hatin hildan.

    ​Hinek çalakvan jî wêneyên Trump avêtin erde û pêlê kirin.

    Her wiha wek her salê di vê meşê de jî alayên Amerîkayê hatin şewitandin.

    Gelek Îranî jî li ser medyaya civakî bi hashtaga ‘#LoveBeyondFlags' xwestin ku al neyên şewitandin.

    ​Serokê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Hamaney jî roja sêşemê ji gelê Îranê xwestibû ku beşdarî pîrozbahiyên salvegera şoreşê bibin û nîşan bidin ku ew ji Amerîkayê natirsin.

    Hêjayî gotinê ye ku gengeşiya di navbera Amerîka û Îranê de piştî ku Donald Trump dest bi peywirê kir, zêdetir bû.

    Bi heman mijarî:

    Mela Bextiyar: Bêyî Îranê çareserî zehmet e
    Îranê îdiayên derbarê ceribandina avêtina moşekan red kirin
    Rûsya: Em plan nakin pergala moşekên S-400î bifiroşin Îranê
    Amerîka amadekariyê dike ku 'Mihafizên Şoreşê' yên Îranê bixe lîsteya terorê
    Wezîrê Îranê: Kurd ev 3 hezar sal in li ser vê axê dijîn
    ‘Tirkiye û Îranê piştgirî dan pêşniyara Rûsyayê ya ji bo destûra bingehîn a Sûriyeyê'
    Îranê girtiyekî kurd bi navê Tahir Seîdî îdam kir
    Etîketan:
    polîtîka, şer, Serokê Olî yê Îranê, Serokomarê Îranê, Serokê Amerîkayê, Ayetullah Elî Hamaney, Hesen Rûhanî, Donald Trump, Tehran, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de