01:41 26 Gulan 2018
Tel Abyad ku girêdayê wîlayeta Reqqayê ya Sûriyeyê

Gundekî li Reqqayê ku baregeha DAIŞê bû, hate rizgarkirin

© AFP 2018 / Bülent Kılıç
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 40

Şervanên Xezeba Firatê, gundê bi navê Mizêla ya Reqayê ku ji aliyê terorîstên DAIŞê vê wekî baregeha leşkerî dihate bikaranîn, rizgar kirin.

Pêngava 3emîn ya Xezeba Firatê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Şervanên Odeya Çalakiyan herî dawî gundê Mizêla ya bi qasî 20 kîlometreyan dûrî navenda Reqayê ye ku 3 rojên di bin dorpêça şervanan de bû, ji DAIŞiyan hate paqijkirin.

Şervanan piştî ku gund rizgarkirin, dest bi xebatên lêgerîna teqemenî û mayînan kirin. Lewra DAIŞê li gel dibistanan li gelek cihên gund bi sedan mayîn bicihkiribûn. Şervanan piştî lêgerînê bi rêya tîmeke pirspor, bi saetan gelek mayîn paqij kirin.

Bi heman mijarî:

Berdevkê HSDê Silo: "Pêvajoya operasyona Reqqa ya 3yemîn di nêz de destpê dike"
Balafirên koalîsyonê Reqqa bombebaran kirin: 20 kuştî
Bi operasyona HSDê re DAIŞê Reqqa îzole kir
Heşda Şebî: Riya di navbera Reqqa û Mûsilê ya DAISiyan hat birîn
Serokê PYDê Muslim: Eger Reqqa bi temamî bê stendin Rojava dê rehet bibe
Etîketan:
rizgarkirina reqqayê, şerê li dijî daişê, reqa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de