11:56 27 Nîsan 2018
    teqîna Pirsûsê

    Îdianameya êrişa Pirsûsê hate qebûlkirin

    Orhan Çiçek
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21

    Îdianameya derbarê êrişa xwekujî ya DAIŞê ya li Pirsûsê ku di encamê de 34 kesan jiyana xwe ji dest da û 70 kes jî birîndar bûn ji aliyê dadgehê ve hate pejirandin. Derbarê 3 gumanbaran de bi daxwaza 104 caran cezayê muebeta girankirî doz hate vekirin.

    Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, derbarê 3 gumanbarên  êrişa ku sal û nîvek berê li Pirsûs a Rihayê hate kirin de, bi daxwaza her yek 104 caran cezayê muebeta girankirî doz vekir.

    Derbarê gumanbarên bi navê Yakub Şahîn, Îlhamî Bal û Denîz Buyukçelebî yên ku niha bi sucên cuda girtî ne de bi tawanên ‘hewldana rakirina pergala makeqanûnî, endamtiya rêxistina terorî ya bi çek, kuştina plankirî ya bi awayekî plankirî ya bi rêya agir, av, tehrîb, bombekirin an jî nukleer, biyolojîk û bi çekên kimyewî'  her yek 70 sal ceza bi giştî 104 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Îdianameya ji 213 rûpelan pêk tê ji aliyê Dadegaha 5emîn ya Cezaya Giran ve hate pejirandin.

    DI ÎDIANAMEYÊ DE BEHSA AVABÛN Û HEDEFÊN DAIŞÊ JÎ TÊ KIRIN

    Di îdianameyê de behsa avabûn û hedefên koma terorîst ya DIAŞê tê kirin û qeydîyên qemerayên ku tê de terorîst Şeyh Abdurahman Karagozê ku êriş pêk anî, ku dema dikeve avahiya navenda çandê jî weke delîl hatiye bicihkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Pirsûsê li dawetan 'stranên siyasî' hatin qedexekirin
    Li Pirsûsê 15 meleyên kurd ji kar hatin dûrxistin
    Li Pirsûsê gel bertek nîşanê qeyûm dan û alozî derket: 4 desteserkirî
    Li Pirsûsê qezayeke trajîk: Ji heman malbatê 7 kes mirin
    Etîketan:
    xwekujên terorîst, teqîna pirsûsê, şerê li dijî daişê, pirsûs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de