21:36 30 Adar 2017
Zindî
    Heyder Ebadî

    Trump Ebadî vexwende Amerîkayê

    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2031

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi rêya telefonê axaftinek kir. Trump Ebadî vexwende Amerîkayê.

    Li gorî ofîsa çapamenî ya Ebadî di axaftina telefonî ya herdu serokan de Ebadî ji Trump daxwaz kir ku Iraqê ji nava lîsteya welatên ku hatine qedexekirin derxîne.

    Herwiha li gorî daxuyaniya ofîsê Trump di axaftina xwe ya Ebadî de gotiye ji bo têkbirina terorîzmê em ê bi rêvebiriya Bexdayê re tevbigerin û Ebadî vexwendiye Amerîkayê. Li beramberî vê Ebadî jî ji Trump re gotiye rêxistina terorîst a DAIŞê demên xwe yên dawî dijî, beşeke mezin a Mûsilê ji terorîstan hat paqijkirin û hetanî dawî jî em bi biryar in ku şerê DAIŞê bikin.

    Di berdewamiya daxuyaniya ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê de hat gotin ku Ebadî behsa biryara Trump a qedexekirina 7 welatên misilman kir û daxwaz ji Serokê Amerîkayê kiriye ku Iraqê ji nava lîsteyê derxîne.

    Bi heman mijarî:

    Şi 'rica kir', Trump jî soz da ku wê yekrêziya Çînê biparêze
    Serdozgerê Washîngtonê: "Divê Trump biryarnameyê paşve bikşîne"
    Peskov: "Amadehiyên hevdîtina Pûtîn û Trump nehatine destpêkirin"
    Berdevkê Qesra Spî: Nabe ku ez naveroka hevdîtina Trump û Erdogan eşkere bikim
    Ji Trump bo Erdogan: "Serokê CIAyê dişînim bi berfirehî biaxivin"
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Serokê AmerÎkayê, Serokwezîrê Iraqê, Donald Trump, Heyder Ebadî, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de