21:37 24 Mijdar 2017
Zindî
    Devlet Bahçeli

    Bahçeli: "Bi serbestberdana Ahmet Turk kêfxweş bûm"

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5010

    Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli ji bo serbestberdana Ahmet Turk got: "Kêfxweş bûm, her çikas di îdeolojiyeke cuda de be jî di siyasetê de ev tişt tiştên xweş in."

    Devlet Bahçeli ji bo serbestberdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Merdînê Ahmet Turk got: "Kêfxweş bûm, her çikas di îdeolojiyeke cuda de be jî di siyasetê de ev tişt tiştên xweş in. Di rewşa şer de jî divê însaniyet neyê hebakirin."

    Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli derbarê pergala serokatî, referandum û serbestberdan û randevuya Ahmet Turk de pirsên rojnamevanan bersivandin.

    Bahçeli di bersivdayîna pirsa Ahmet Turk de got: "Ez ji serbestberdana wî kêfxweş bûm. Di 2007an de dema em ketin parlamentoyê li wir gelek partiyên siyasî hebûn. Birêz Ahmet Turk û xanim Aysel Tugluk hatin beşa me û pîrozbahiya me kirin. Her çikas îdeolojî cuda be jî di siyasetê de ev tiştên xweş in. Di rewşa şer de jî divê insaniyet neyê hebakirin. Heta niha daxwaza randevuyê nehatiye. Daxwaz were kirin helbet em ê randevuyê bidin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtina Kiliçdaroglu û Bahçeli bi dawî bû
    Serokwezîr Yildirim û Devlet Bahçeli dicivin
    Bahçeli: Birayên min ên Kurd, werin em bibin yek
    Yildirim bi Kiliçdaroglu û Bahçeli re hevdîtinê pêk tîne
    Li gorî Bahçeli êrişa Stenbolê bi lihevkirina Destûra Bingehîn ve girêdayî ye
    Etîketan:
    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Merdînê, Serokê Giştî yê MHPê, Devlet Bahçeli, Ahmet Turk, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de