14:15 24 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Misrê

    Wezîrê misrî ji ber gendeliyê hat girtin

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Wezîrê Avdan û Berhemên Avê Muhammed Nasruddin Allam ku di salên 2009 û 2011an de wezîfe kiribû bi sedema ku tevlî kare gendelî bûye hate girtin.

    Li gorî agahiyên ku çavkaniyên darezayî hatiye wergirtin, Dadgeha Ceza ya Bakurê Gîzayê bi sedema ku li navçeya El Ayyatê di 26 hezar donim erazî de gendelî kiriye ji Wezîrê Avdan û Berhemên Avê Muhammed Nasruddin Allam ku di sala 2009 û 2011an de wezîfe dikir û ji xwediyê şîrketê Ahmed Abdusselam Kureyî her yek 7 cezayê giran birî.

    Dadgeha Ceza ya Bakurê Gîzayê Allam bi sedema ku wezîfeya xwe bi xerabî bi kar aniye û bi awayekî bêheqî li ser navê kesên din berjewendî bi dest xistiye hat cezakirin.

    Muhammed Nasruddin Allam piştî biryara dadgehê ji terefê ekîbên polêsan ve veguhestin Girtîgeha Tora ya li başûrê Kahîreyê. Herwiha parêzerên Allam jî sûc qebûl nekirin û ragihandin ku wê dozê bibin Dadgeha Temyîzê.

    Bi heman mijarî:

    Misir: "Me leşker neşandine Sûriyeyê"
    Rûsya û Misir tetbîqata hevpar li dar dixin
    Misir, deriyê sînor ê Refahê dîsa vekir
    Misir îdiayên derbarê baregeha rûs derewand
    Misir: Em hevî dikin ku firînên bi Rûsyayê re heta dawî ya sale ji nû ve dest pê bike
    Etîketan:
    Dadgeha Ceza ya Bakurê Gîzayê, Wezîrê Avdan û Berhemên Avê yê Misrê, Ahmed Abdusselam Kureyî, Muhammed Nasruddin Allam, Kahîre, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de