11:37 21 Îlon 2017
Zindî
    Alên Tirkiye û Amerîkayê (DYA)

    Serokwezîrê Tirkiyê û Cîgirê Serokê Amerîkayê axivîn: Rojeke nû

    © Flickr/ Victoria Pickering
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2820

    Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim û Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence bi rêya telefonê axivîn. Di hevdîtinê de di serî de li ser babetên leşkerî, ewlekarî, têkoşîna dijî terorê û hevpeymaniya her du aliyan nirxand hat kirin.

    Li gor çavkaniyên serokwezîrtiya Tirkiyê, di pêwendiya telefonî ya Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim û Cîgirê Serokê Amerîkayê Mikce Pence re de, li ser mijarên leşkerî, ewlekarî,têkoşîna dijî terorê û zêdekirina hevkariya her du aliyan nirxandin hatiye kirin û li ser jiholêrakirina şaşfahmkirinan lihevkirin çêbûye.

    Cîgirê Serokê Amerîkayê ji bo pêwendiyên bi Tirkiyê re peyva 'Rojeke nû' bikar anî.

    YILRIRIM: EM HEVKARIYEKE NÊZÎK BI AMERÎKAYÊ RE DIXWAZIN

    Cîgirê Serokê Amerîkayê herwiha ji bo leşkerên tirk ên 9ê Sibatê li herêma El Babê can dane jî sersaxî xwest û diyar kir ku ew ê di têkoşîna dijî terorê de ligel Tirkiyê bin.
    Serokwezîrê Tirkiyê Yildirim jî spasî li Pence kir û da zanîn ku ew dixwazin bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re hevkariyeke nêzîk bikin.

    Bi heman mijarî:

    Bucak ji Spûtnîkê re: Nûçeyên kongreya PDK Bakur dûrî rastiyê ne
    Dîrektorê CIAyê bi misteşarê îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan re civîya
    Yuriy Şviytkin: Erdogan dizane ku Rûsya hevalbendeke kilît e
    Polîsan bi ser şaredariya Licê de girt
    19 muxtar û 40 cerdevan ji kar hatin dûrxistin
    Etîketan:
    Pence, Yildirim, Tirkiye, Amerîka, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de