22:25 24 Îlon 2017
Zindî
    Navenda Carablûsê Artêşa Azad a Sûriyê

    Di navbera Artêşa Sûriyê û Artêşa Azad de şer derket

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12600

    Artêşa Azad a Sûriyê (ASA) ku bi piştgiriya artêşa Tirkiyê ji başûrê El Babê ve li hemberî DAIŞê di pêşveçûnê de ye, êrîşî artêşa Sûriyê kir. Li başûrê rojavayê El Babê pevçûnên di navbera artêşa Azad û artêşa Sûriyê de berdewam dikin ku di encamê de 3 kes hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

    Hikmet Durgun

    Li gor agahiyên çavkaniyên ewle yên herêmê, hêzên Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyê ji bo El Baba ku dikeve rojhilatê Helebê ji DAIŞê bistînin, ji rojava û bakur ve di pêşveçûnê de ne. Herwiha artêşa Sûriyê jî ber bi başûrê bajêr ve di pêşveçûnê de ye.

    Artêşa Sûriyê bi qasî 3 kîlometran nêzî El Babê bûye û balafirên şer ên Rûsyayê jî li herêmê çeperên DAIŞê bombardiman dikin.

    'AHRARÛ ŞAM'Ê ÊRÎŞÎ ARTÊŞA SÛRIYÊ KIR'

    Li demjimêrên êvarê di navbera Artêşa Sûriyê û ASAyê de, li gundê El Guz ê li başûrê rojavayê Ummû Zandîn a El Babê şer qewimî. Piştî êrîşa ASAyê Artêşa Sûriyê jî bersiv da û şerekî dijwar di navbera her du hêzan da rû da.

    Di pevçûnan de 3 milîtanên ASAyê hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn. Hat zanîn ku koma muxalîf a êrîşî Artêşa Sûriyê kiriye rêxistina Ahrarû Şam e.

    Herwiha ji aliyê xwe ve ASAyê jî daxuyaniyek belav kir û îdia kir ku wan li nêzî gundê Em Guzê 2 leşkerê Sûriyê kuştine û tankeke BMP jî desteser kirine.

    Bi heman mijarî:

    Nehiştin Quran biçe ji Ayhan Bilgen re
    Rûsyayê li ser Cenevê bi muxalîfên Sûriyê re hevdîtin kir
    Endamên DAIŞê yên biyanî êdî naxwazin şer bikin
    Hevdîtina Dîrektorê CIAyê Pompeo û Erdogan pêk hat
    Rûsya: Tirkiye di têkoşîna li dijî DAIŞê de piştgiriyek mezin da
    Etîketan:
    Di navbera Artêşa Sûriyê û Artêşa Azad de şer derket, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de