09:49 21 Îlon 2017
Zindî
    Mike Pompeo

    Hevdîtina Dîrektorê CIAyê Pompeo û Erdogan pêk hat

    © AFP 2017/ SAUL LOEB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4510

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Dîrektorê CIAyê Mike Pompeo civîyan.

    Li gor agahiyên ji çavkaniyên Serokomariya Tirkiyê hatine, Serokomar Erdogan Û Dîrektorê CIAyê Mike Pompeo li Kulliyeya Serokomariyê hevdîtin pêk anîn.

    Hat ragihandin ku di hevdîtinê de Misteşarê Îstixbarata Tirkiyê (MIT) Hakan Fîdan jî amade bû.

    DÎREKTORÊ CIA'YÊ YEKEM SERDANA XWE BO TIRKIYÊ KIR

    Dîrektorê CIAyê Mike Pompeo piştî pêwendiya telefonî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re yekem serdana xwe ya derve li Tirkiyê kir.

    YPG, REQQA Û FETO LI SER MASÊ NE

    Di hevdîtina Erdogan û Pompeo de, mijarên alîkariya Amerîkayê ya bo YPGê, plana operasyona Reqqayê û radestikirina serokê FETOyê Fethullah Gulen li ser masê ne.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya 7 Tirkiyeyê jî 5 binpêkirnên agirbestê tespit kirin
    Rûsya: Erdnîgara agirbestê li Sûriyeyê roj bi roj berfirehtir dibe
    Mela Bextiyar: Bêyî Îranê çareserî zehmet e
    Li Mêrdînê wesayeta polêsan pêl li zarokekê kir
    Ji bo tûrîstên rûsî hişyariya serdana Tirkiyeyê hat dayîn
    Etîketan:
    Hevdîtina Serokê CIAyê Pompeo û Erdogan pêk hat, Amerîka, Tirkiye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de