20:58 26 Îlon 2017
Zindî
    Celal Talebanî

    Ahmet Turk nameyek ji Telebanî re şand

    © AFP 2017/ Tolga Bozoğlu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7420

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê ku bi biryarnameya di hikmê qanûnê de ji karî hat avêtin, Ahmet Turk nameyeke ji Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Telebanî re şand.

    Malpera Fermî ya YNKê diyar kir ku name di 8ê Sibata 2017an de gihiştiye destê Telebanî. Nameya Turk bi gotinên ""Binirx û mezinê me, mam Celalî miletê kurd" dest pê kiriye.

    Herwiha Turk diyar kir ku Ahmet Turk wiha dibêje: "Dostê min ê dêrîn. Di vê serdema dîrokî de, dixwazim diyar bikim ku gelekî pêwîstiya me bi te heye."

    Turk teqez dike ku pêdivî bi yekgirtîbûn û hevgirtinê heye û wiha dibêje: "Wek serdema damezriandina Komara Mehabadê, di serdema siyaseta îro de jî pêdiviyeke zêde bi heman hevgirî û yekgirtinê heye."

    "ROLA TE YA SALA 1993AN DI AGIRBESTÊ DE DIYAR E"

    Ji aliyê din ve, Turk di nameya xwe de diyar dike ku cihê Telebnî ewqasî giring û binirx e, nayê dagirtin û wiha pê de diçe:" Her kurdek gelekî baş dizane û dibîne bê rêbberiya çiqasî giring e. Gelê kurd û civaka navdewletî dizane ku di encama civîna we li gel dewleta Tirkiyeyê ya sala 1993an de, aliyan agirbest pêk anî.

    Siyasetmedarê kurd rewşa tendursitiya Telebanî bi bîr tîne û wiha dibêje: " Dizanim ku ji ber rewşa tenduristiya xwe nikarî siyaseta çalak bikî, hêvîdar im, tenduristiya te baş bibe û rêberiyê ji me re bikin û hevkariya me di biryardayînê de bikin.

    Bi heman mijarî:

    Numan Kurtulmuş bersiva Ahmet Turk da: Mixabin ji bo aştiyê gav dereng e
    Ahmet Turk: Ji bo çareseriyê her ku diçe şert zehmetir dibin
    Ahmet Turk serbest hat berdan
    Tiba Edlî ji bo Ahmet Turk raporta neyînî da
    Ahmet Turk dîsa sewkî Stenbolê kirin
    Ahmet Turk: Tenduristiya Tirkiyeyê ji ya min xerabtir e
    Saziya Tiba Edlî rapora derbarê Ahmet Turk de kêm dît
    Etîketan:
    HDP, YNK, Celal Telebanî, Ahmet Turk, Tirkiye, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de