11:38 21 Îlon 2017
Zindî
    Leşkerên tirk li ser rêya navbera Bab û Minbicê

    Artêşa tirk: Balafirên rûs ên şer bi şaşîtî li leşkerên me dan

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8720

    Serfermandariya Artêşa tirk bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku 3 leşkerên wan îro li Babê ji hêla Rûsyayê ve bi şaşîtî hatine kuştin.

    Serokê Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê li ser sîteya înternetê derbarê lşekerên ku îro li El Babê hatin kuştin daxuyanî da:

    "Di çerçoveya Operasyona Mertalê Firatê de di saet 08:40an de balafirek şer a Rûsyayê bi şaşî li avahiya leşkerên me ku bikar dianîn xistiye û di encamê de jî 3 leşkerên me jiyana xwe ji dest dane, yek ji wan giran 11 leşkerên me jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar demildest bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyan."

    JI PÛTÎN BO ERDOGAN TELEFONA SERSAXÎ YÊ

    Di berdawamiya daxuyaniyê de Rûsyayê xemgîniyên xwe bo Tirkiyeyê ragihandiye:

    Rayedarên RFê eşkere kirine ku ev bûyer bi şaşî pêk hatiye û peyamên sersaxiyê bo Tirkiyeyê ragihandine. Xebat û lekolînên derbarê bûyerê de ji aliyê her du welatan berdewam dike. Ji aliyê din ve derbarê bûyerê de Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bo Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan xemgîniya xwe û peyama sersaxî yê ragihandiye."

    KREMLÎNÊ PIŞTRAST KIR

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov daxuyanî da RÎA Novostiyê û eşkere kir ku ji ber kuştina leşkerên tirk ya dema operastona hewayî ya hêzên Rûsyayê Vladimîr Pûtîn peyama sersaxî yê daye Serokomarê Tirkiyeyê

    OYGU: SERFERMANDARÊN TIRK Û RÛSÎ BIRYARA PÊŞXISTINA MEKANÎZMAYÊ DAN

    Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu di brîfînga xwe ya ku da Pûtîn de destnîşan kir ku Serfermandariyên tirk û rûsî biryara pêşxistina mekanizmaya li dijî terorîzmê standine.

    GERASÎMOV SERXWEŞÎ DA AKAR

    Li gorî daxuyaniya Serokê Serfermandariya Rûsyayê Serokê Serfermandariya Artêşa Rûsyayê Valeriy Gerasîmov ji bo bûyera ku li El Babê qewimî sersaxî daye hevpîşeyê xwe yê tirk.

    Li gorî daxuyaniya Serfermandariya rûsî li herêma El Babê li cihê bûyer lê qewimî balafirên rûsî peywira xwe ya îmxakirina hedefên DAIŞê bicîh anîne.

    ‘RÛSYA Û TIRKIYE DÊ LÊPIRSÎNA HEVPAR PÊK BÎNIN'

    Daxuyaniyê de hat gotin ku Rûsya û Tirkiye dê lêpirsînek hevpar derbarê bûyerê de pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê dîsa êrişî leşkerên tirk kir: 5 kuştî bi 10an jî birîndar
    DAIŞê li El Babê dîsa êrîşî leşkerên tirk kir: Leşkerek hat kuştin û 10 birîndar bûn
    Hejmara leşkerên mirî yên tirk zêde bûn
    Ji terorîstê DAIŞê yê vîdyoya înfaza leşkerên tirk re biryara girtinê derket
    Yûnanîstan derbarê 8 leşkerên tirk de biryara girtinê da
    DAIŞê bi moşekan êrişî leşkerên tirk kir: Leşkerek mir û 5 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    şaşî, leşker, daxuyanî, Serfermandariya Arteşa Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Vladimîr Pûtîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de