03:22 23 Îlon 2017
Zindî
    Şer - pevçûn - bajarên kurdan - operasyon - qedexe

    ‘Li bajarên kurdan di nav salekê de 118 zarok hatin kuştin'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 8183

    Şaxê Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan ku bi navê xwe yê kurt İHD ye, rapora binpêkirina mafên zarokan a sala 2016an li bajarên kurdan aşkere kir. Komeleyê ragihand ku di nav sala 2016an de 118 zarok hatine kuştin û 150 zarok jî hatine desteserkirin.

    Amed
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Her wiha di nav sala 2016an de 118 zarokan jiyana xwe ji dest dane. 75 zarok jî bi birîndarî xelas bûne. Di dema ‘Qedexeya derketina derve' û serdegirtina malan de 150 zarok hatine binçavkirin, 40 ji wan hatin girtin û zindanîkirin.

    Hejmara zarokên ku rastî êrîşa cinsî hatine jî 114in.

    ‘ŞER HERÎ ZÊDE BANDORA XWE LI SER ZAROKAN KIR'

    İHDa Amedê rapora binpêkirina mafên zarokan li bajarên kurda ya sala 2916an li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Di civînê de parêzerê IHDê Ercan Yilmaz axifî û diyar kir ku şerê 30 salan herî zede bandor li ser zarokan kiriye.

    Yilmaz wiha got: "Şer û pevçûnên ku li bajarên kurdan didomin, herî zede bandora xwe li ser zarokan çê dike." Her wiha Yilmaz diyar kir ku di van rewşên awarte de zarok nikarin zimanê dayîka xwe bikar bînin, tam di serdemên xwe yên fêmkirin û watedayîna jiyanê de li şûna alîkariya wan bê kirin ew tên astengkirin."

    ‘ZAROK BÛNE HEDEFA HÊZÊN EWLEHIYÊ'

    Ercan Yilmaz her wiha derbirî, di vê pêvajoyê de zarok bûne hedefa hêzên ewlehiyê û wiha berdewam kir: "Gelek zarok wek hedef hatin nişandan, ew hatin kuştin, girtin û ji azadiyan bêpar hatin hiştin. Ji mînakan jî diyar e li cihên lê tên girtin rastî şîdet û îşkenceyê hatine. Gelek zarokên ku mafê xwe yê azadiyê bikaranîn, rastî şîdeta polîsan hatin û jiyana xwe ji dest dan."

    'DI ÊRÎŞÊN BOMBEYÎ DE 41 ZAROK HATIN KUŞTIN'

    Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafên Zarokan a sala 2016an a İHDê, ji ber binpêkirina rayeya çekê û hişyariya "rawest e" ji aliyê hêzên ewlehiyê ve 5 zarok hatine kuştin û 6 jî birîndar bûn. Di sala 2016an de di demên pevçûnên bajarên kurdan de 22 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 12 kes birîndar bûne, an jî neçar mane ku bi tehrîbatên fizîkî jiyana xwe bidomînin. Di êrîşên bombeyî yên li bajarên kurdan pêk hatin de 41 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 3 zarok jî birîndar bûn

    'ZAROK RASTÎ ÎŞKENCE Û PÊKANÎNÊN XERAB HATINE'

    Di berdewamiya raporê de hat diyarkirin ku di encama serdegirtina malan û bûyerên civakî de 150 zarok hatine binçavkirin û wiha hat gotin: "Ji vana 40 zarok hatin girtin. Di dema li herêmê ‘qedexeya derketina derve" hat îlankirin de zarok rastî îşkence û pêkanînên xirap hatine. 6 zarok di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine û zarok jî ji cihên binçavkirinên yên cüda û kolanan rastî şîdetê hatine.

    ‘ÎŞKENCEYA BI SER ZAROKAN DE DI GIRTÎGEHAN DE JÎ BERDEWAM KIRIYE'

    "Li girtîgehan jî zarok rastî binpêkirinên mafan, îşkence, pirsgirêkên tendirûstiyê hatine. Ji ber binpêkirinên mafan li girtîgehan 2 zarokan jiyana xwe ji dest dane."

    ‘HEJMARA RASTÎ ŞIDETA CINSÎ HATINE 114 IN'

    Li gorî heman raporê di nav sala 2016an de 10 zarokên rastî şîdeta nava malê hatine jiyana xwe ji dest dane û 2 zarok jî bi birîndarî xelas bûne. Her wiha 114 zarok rastî îstîsmara zayendî ango êrîşa cinsî hatine.

    Bi heman mijarî:

    Li bajarên kurdan ji ber qedexeyan herî kêm 80 zarok mirine
    Hejmara kesên ji bajarên kurdan koç kirine di navbera 300 û 600 hezarî de ye
    WRI: Li bajarên kurdan şer diqewime
    Amerîkayê welatiyên xwe ji bo bajarên kurdan hişyar kirin
    Cemîl Bayik: Bicihkirina koçberan li bajarên Kurdan nayê qebûlkirin
    Kalkan: Pevçûnên li bajarên Kurdan ne polîtîkaya AKPê, ya MHP û CHPê ye
    Li bajarên kurdan encama şerê salekê: 858 kes jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    kuştî, kurd, zarok, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de