23:00 26 Îlon 2017
Zindî
    Şêx Seîd

    ‘Belgenameyên darizandina Şêx Seîd amade ne lê nayên weşandin'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 13662

    Girtînameyên darizandina Şêx Seîd Pîranî yê ku di sala 1925an de bi hevalên xwe re li Dadgeha Îstiklalê ya Şerqê hat darizandin, ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hatine amadekirin lê parlamento wan naweşînin. Tê gotin ku bi weşandina van girtîname û belgenameyan gelek rastî û derewên di derbarê mijarê de jî wê ji aliyê rayagiştî ve werin zanîn.

    Şêx Seîdê Pîranî di 13ê Sibata 1925an de li bajaroka Pîranê ya bajarê Amedê gava ku leşkerên dewleta Tirkiyeyê ji bo girtina hinek bersûcan bi ser Pîranê de girtin, bi hevalên xwe re li dijî leşkeran derket û piştî vê bûyerê pêvajoya serhildana Şêx Seîdê Pîranî dest pê kiribû.

    MIJARA WEŞANDINA GIRTÎNAMEYÊN DARIZANDINA ŞÊX SEÎD EV ÇEND SAL IN TÊ ROJEVÊ

    Şêx Seîd di 14ê Nîsana 1925an de di encama îxbara bûrayê xwe Kasim de li ser Pira Evdirehman Paşa tên girtin û bi 46 hevalên xwe re li Dadgeha Îstiklalê ya Şerqê hatin darizandin. Dadgehê ji bo wan biryara bidarvekirinê da û Şêx Seîd û hevalên xwe di şeva 28ê Hezîranê de li Qada Dagkapiyê (bi navê xwe yê nû Qada Şêx Seîd) hatin bidarvekirin û li cihekî ku nayê zanîn hatin binaxkirin.

    Mijara serhildana Şêx Seîd û girtîname û belgenameyên darizandina wî û hevalên wî ev çend sal in gelek caran tên rojevê. Parlamentoya Tirkiyeyê ev çend sal in dibêje komek pispor li ser werger, latînîzekirin û sererastkirina wan girtîname û belgenameyan dixebitin û em ê wan biweşînin.

    TAN: GIRTÎNAME Û BELGENAME HATINE TEMAMKIRIN LÊ PARLAMENTO WAN NAWEŞÎNE

    Di vê mijarê de Parlamenterê Amedê yê HDPê Altan Tan, ku çend caran pêşniyaza pirsyariyê daye Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê, ji Sputnik Kurdistanê re axivî û got ev girtîname û belgenameyên Dadgeha Îstiklalê yên di derbarê darizandina Şêx Seîd Efendî de ji aliyê parlamentoyê ve hatine temamkirin û amadekirin lê parlamento wan naweşînin.

    Altan Tan di axaftina xwe de da zanîn ku ew ev 6 sal in bi vê mijarê re eleqeder dibe û ji bo vê yekê çend caran pêşniyaza pirsyariyê daye Serokatiya Parlamento ya Tirkiyeyê û got, "Serokatiya parlamentoyê jî her tim dibêje em li ser dixebitin, em amade dikin, em ê di demek kin de biweşînin lê hîn jî neweşandine."

    ‘KOMEKE PISPOR JI ALIYÊ PARLAMENTOYÊ VE HATIYE PEYWIRDARKIRIN'

    Tan di derbarê kesên ku bi van girtînameyan re eleqeder dibin û li ser dixebitin de jî dest nîşan kir ku serokatiya parlamentoyê bi vê mijarê re eleqeder dibe û ji bo vê yekê jî komek pispor peywirdar kiriye, da ku wan girtîname û belgenameyan wergerînin, latînîze û sererast bikin.

    Parlamenterê HDPê derbirî ku bi weşandina van girtîname û belgenameyan wê gelek rastî û derew jî derkeve holê û got, "Bi weşandina van girtînameyan em ê bibînin ku Şêx Seîd û hevalên wî çawa hatine darizandin, çi gotin e û çi hatine gotin. Yanê rastî û derew wê derkevin holê."

    AKYUREKLI: TENÊ GIRTÎNAME Û BELGENAMEYÊN DADGEHA ÎSTIKLALÊ YA ŞERQÊ MANE

    Ji aliyê din ve dîroknasê navdar û nivîskarê pirtûka ‘1925-1927 Diyarbakir ve Elazig Yargılamalari: Gerekçe ve Hukumleriyle Şark Istiklal Mahkemesi Kararlari' (Darizandinên Amed û Elezîzê yên 1925-1927: Bi Hincet û Hikumên Xwe Biryarên Dadgeha Îstîklalê ya Şerqê) Mahmut Akyurekli jî di vê mijarê de ji bo Sputnikê Kurdistanê diyar kir ku Parlamentoya Tirkiyeyê çend roj berê gotiye girtînameyên îfadeyan jî di nav de hemû girtîname û belgenameyan, ji dema girtina Şêx Seîd heta dawiyê hemû girtînameyên hatin girtin dê werin weşandin. Akyurekli got, "Girtînameyên Dadgehên Îstîklalê yên Kastamonu, Cîzirê û yên din hatin weşandin tenê niha yên Dadgeha Îstiklalê ya Şerqê maye û wê wan jî biweşînin. Agahiyên ku min duh girtin, ev in."

    Akyurekli di derbarê gorên Şêx Seîd de got, "Ya rast kêm an zêde cihê gora Şêx Seîd, Seyid Riza û Bedîuzzeman (Seîdê Kurdî) tê zanîn. Ji bo vê yekê pêwistî bi belgenameyan tune ye. Ev mijareke siyasî û girêdayî îradeya siyasî ye." Akyurekli herî dawiyê dest nîşan kir ku niha nêzîkî 50 hezar girtîname û belgenameyên di derbarê serhildana Dêrsimê de jî hatine kom kirin û got lê ez tam nizanim wê wan biweşînin an na.

    Bi heman mijarî:

    Başbug: Ne ji Şêx Seîd bûya, Mûsil dê ya me bûya
    ‘’Kurdên sekuler jî xwediyên mîrata Şêx Seîd in’’
    HDPê: Gorên Şêx Seîd, Saîdê Kurdî û Seyid Riza aşkere bikin
    Qada Şêx Seîd jî hate qedexekirin
    TAYBET - BELGE - 'Gelo Seîdê Kurdî piştgîrî daye Şêx Seîd?'
    Etîketan:
    weşandin, girtîname, Belgename, Parlamenterê Amade yê HDPê, Mahmut Akyurekli, Altan Tan, Şêx Seîd, Pîran, Elezîz, Tirkiye, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de