11:34 24 Îlon 2017
Zindî
    Li derdora bajarê Babê di navbera komên Artêşa Azad û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de şer diqewime

    Fermandarê ASAyê: Hevpyeman li El Babê li DAIŞê naxe, Rûsya lê dixe

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3310

    Di vê dema ku Operasyona ASA û Tirkiyeyê li El Baba Sûriyeyê berdewam dike de, hat zanîn ku balafirên hevpeymana navdewletî ya DYA pêşengiya wê dike, sengerên DAIŞê bombebaran nakin. Fermandarê Liqa Helebê Taha Atraç yê ASAyê ji Spûtnîkê re ragihand ku balafirên hevpeymanê sengerên DAIŞê bombebaran nakin lê yên Tirkiye û Rûsyayê dikin.

    Hikmet Durgun

    Çavkaniyên ASAyê ragihand ku di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de, şer û pevçûn li gelek kolanên nava bajarê El Babê de berdewam dikin. Leşkerên tirk û yên ASAyê yên ku duh ketibûn taxên derdorê yên bajarî, îro piştî nîvro ketin nava taxên hundirîn ên bajarî.

    "REWŞA SIVÎLAN GELEKÎ DIJWAR E"

    Piştî ku şer li nava bajarî giran bû, çekên giran ji bo piştgiriyê hatine şandine bo leşkerên tirk û endamên ASAyê. Herwiha DAIŞê li herêma Qebasînê êrîş kir û hat zanîn ku piraniya herêma Qebasînê ji destê DAIŞê hatine stendin.

    Li gorî agahiyan, îro  5 endamên ASAyê di êrîşa DAIŞê de hatine kuştin û 8ên din jî birîndar bûne. 11 DAIŞî jî hatin kuştin û milîtanên DAIŞê reviyan û xwe di nav sivîlan de veşartin.

    Ji ber pevçûnên nava kolanan sivîl ketine rewşeke gelekî dijwar. Hat zanîn ku balafirên leşkerî yên Tirkiyeyê û yên Rûsyayê bi tundî sengerên DAIŞê bombebaran dikin lê yên hevpeymana navdewletî ya DYA pêşengiya wê dike, li sengerên DAIŞê naxîne.

    Rayedar û wezîrên Tirkiyeyê berî niha gelek caran gazind kiribûn ku balafirên hevpeymanê li El Babê li DAIŞê naxîne.

    "TIRKIYE MEHANE 200 DOLARÎ DIDE ŞERVANÊN ASAYÊ"

    Fermandarê Liqa Helebê yê ASAyê Taha Atraç ji Spûtnîkê re derbarê rewşa dawî de axivî.

    Atraç bal kişand ser wê yekê ku balafirên hevpeymanê li sengerên DAIŞê naxîne û teqez kir ku hevpeyman alîkariya wan nake. Herwiha fermandarê ASAyê diyar kir ku balafirên Artêşa Tirkiyeyê bi tundî herêma El Babê bombebaran dikİN ku gelekî bibandor e û wiha alîkariya wan dike.

    Ji aliyê din ve, Atraç diyar kir ku balafirên Rûsyayê jî ji başûr ve sengerên DAIŞê bi tundî bombebaran dike û bi wî awayî alîkariya rejîmê(Artêşa Sûriyeyê dike.

    DAIŞê di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de gelek derbeyên giran xwarin û bajarê Cerablusê yê ji DAIŞê re gelekî giring, ji rêxistinê hat stendin. Herwiha navçeyên Raî, Aktarîn, Dabiq, Soranê jî ji DAIŞê stendin.

    Tirkiye mehane 200 dolarî dide her şervanekî ASAyê yê ku beşdarî operasyon Mertalê Firatê û hemû mesrefên operasyonê dide.

    Stendina El Babê ji destê DAIŞê beşê herî dijwar ê operasyona Mertalê Firatê bû ku DAIŞê berxwedaneke mezin li wir da. Tirkiyeyê gelek çekên giran û navgînên zirxî şandine ji leşkerên li wê derê re.
    Herwiha Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya balafirên Rûsyayê bi p^şe ve diçe ku tenê 4 kîlometre mane ku bigih^jee bajar^.

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk û ASA taxên El Babê yên derveyê bajêr bi dest xistin
    Çavuşoglu piştrast nekir ku ASA ketiye Babê
    Li Babê di navbera DAIŞ, ASA û leşkerên tirk de şerên gûr
    Dijberiya Sûriyeyê û ASA serperiştiya Rûsyayê napejirînin
    'Heke ku ASA têrê nekê wê Artêşa tirk ji bo Babê 41 hezar leşkaran bişîne'
    Artêşa tirk û ASA ketin El Babê
    Etîketan:
    ASA, Taha Atraç, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de