20:30 24 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    DAIŞê dîsa êrişî leşkerên tirk kir: 5 kuştî bi 10an jî birîndar

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4020

    DAIŞê li Herêma El Babê dîsa êrişê leşkerên tirk kir û di encamê de jî 5 leşkerên tirk hatin kuştin, 10 leşker jî birîndar bûn.

    Operasyona Mertala Firatê Artêşa Tirkiyeyê dabû destpêkirin ket roja 170mîn. Hate ragihandin ku serê sibê di navbera leşkerên tirk û mîlîtanên DAIŞê de şerên dijwar derketine û di encamê de jî 5 leşkerên tirk hatine kuştin, 10 leşker jî birîndar bûne.

    Hate diyarkirin ku leşkerên birîndar bo derman kirinê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Kilisê. Leşkerên ku hatine kuştin jî bi helîkopteran bo kare otopsiyê birine bajarê Dîlokê.

    Herwiha şerê li herêmê ya di navbera DAIŞê û Artêşa Tirkiyeyê de jî bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Kujerê leşkerê tirk ê DAIŞî 8 mehan di girtîgehê de maye
    Nêzî 40 leşkerê tirk di destê DAIŞê de dîl e
    Leşkerê tirk 15 meh in li benda rizgarkirinê ye
    Parlementerê şîî: Çi leşkerê tirk têkeve Mûsilê dê bibe hedef
    Leşkerê tirk ku li Sûriyayê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
    PYD ber bi Cerablusê ve here leşkerê tirk dê mûdaxele bike
    Etîketan:
    kuştin, êriş, DAIŞ, leşker, El Babê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de