08:47 23 Îlon 2017
Zindî
    Mike Pompeo

    Dîrektorê CIAyê Pompeo gihişt Enqereyê: Piştgiriya DYA ji kurdan re, mijareke civînan e

    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5210

    Dîrektorê CIAyê Mike Pompeo serdana xwe y derveyî DYAyê bo Tirkiyeyê pêk anî û îro gihişt Enqereyê.

    Rayedarên tirk û peywirdarên balyzoxaneya DYAyê li Enqereyê li balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê pêşwaziya Pompeoyî kir.

    Piştî pêşwazîkirinê, dîrektorê CIAyê Pompeo bi navgîna hatibû apronê, ji dergehê kargoyê ji balafirgehê derket.

    Pompeo dê li Enqereyê temasan pêk bîne.

    "MIJARA PIŞTGIRIYA KURDAN, DÊ YEK JI MIJARÊN DÎREKTORÊ CIAYÊ Û RAYEDARÊN TIRKIEYEYÊ BE"

    Dîrektorê CIAyê di civînên xwe yê li Enqereyê de dê geşepêdanên li Sûriyeyê û vegerandina Gulenî gotûbêj bikin.

    Herwiha Enqere ji DYAyê dixwaze ku piştgiriya xwe ji kurdan re rawestîne û li bakurê Sûriyeyê "herêmeke ewle" çêke.

    Ji aliyê din ve, Serokê DYAyê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan roja sêşemê bi telefonê axivîbûn. Reutersê di nûçeya xwe ya spartibû çavkaniyên Serokkomariya Tirkiyeyê de ragihand ku Trump û Erdogan li hev kiriye ku li Reqqa û El Babê bi hev re li dijî DAIŞê têbikoşin.

    Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Ibrahim Kalin ji NTVyê ragihandibû ku planeke berfireh ji bo têkşkandina DAIŞê li Reqqayê pêşkêşî birêveberiya Trump kiriye.

    Qesra Spî jî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku herdû welatan teqezî li ser hevkariya li dijî terorê kiriye û bi kêfxweşî pêşwazî li beşdariyên Tirkiyeyê di şerê li dijî terorê de kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Serokê CIAyê tê Tirkiyeyê
    Gina Haspel bû Cîgirê Serokê CIAyê
    Dîrektorê CIAyê diyar bû
    CIAyê belgeyên xwe li ser înternetê îfşa kirin
    Dîrektorê CIAyê Brennan: Birêveberiya Obama encamên Bihara Erebî şaş nirxandin
    Konaşenkov: "Nûçeyên ku dibêjin Amerîka wê êrişî artêşa sûrî bike kare CIAyê be"
    Etîketan:
    CIA, Mike Pompeo, Donald Trump, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiyeyê, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de