13:58 26 Îlon 2017
Zindî
    Şervanên jin ên kurd

    HSD: Gundê Mêzîlayê yê stratejîk ji sê mihweran ve hatiye dorpêçkirin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4810

    Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqqayê de Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de ragihand ku şervanên operasyonê, DAIŞ li gundê Mêzîlayê yê stratejîk ji sê mihweran ve dorpêç kiriye ku ew gund rêya dabînkirina pêdiviyan ji bo DAIŞê ye.

    Li gorî daxuyaniyê terorîstên DAIŞ li gundê Mêzîlayê yê stratejîk hatine dorpêçkirin.

    Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku, ev du roj in şer û pevçûn li derdora gundê Mêzîlayê yê 20 kîlometreayn dûrî Reqqayê ye, berdewam dikin û heta niha ew gund ji sê mihweran ve hatiye dorpêçkirin.

    Herwiha hat diyarkirin ku niştîcihên gundî xwe spartiye HSDê ku wê jî ew birine herêmên ewle.

    Li gorî daxuyaniyê, gundê Mêzîlayê, gundekî stratejîk e ku li bakurê Reqqayê dikeve û DAIŞ wî gundî wek xeteke xweparastinê bi kar tînin û herwiha wan ew gund kiriye baregeheke leşkerî û gelek milîtanên xwe lê bi cih kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Alîkariya rêveberiya Trump wê berdewam bike
    HSD: Em nehatin vexwendin bo Astanayê, em jî dê biryarên wê qebûl nekin
    HSD û Caferî ji bo federasyonê devjeniyê dikin
    HSD: Em ê biryarên civînên Astanayê qebûl nekin
    HSD: "196 gund rizgarbûn û 650 terorîst hatin kuştin"
    Etîketan:
    HSD, YPJ, DAIŞ, Mêzîla, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de