13:59 26 Îlon 2017
Zindî
    Îran Moşek

    Îranê îdiayên derbarê ceribandina avêtina moşekan red kirin

    © AP Photo/ Amir Kholousi, ISNA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1510

    Çavkaniyek amerîkî di axaftina xwe ya Fox Newsê de îdia kir ku Îran ceribandina avêtina moşekên menzîlkurt kiriye. Wezîrê Parastinê Huseyîn Dehkan, van îdiayan red kir.

    Çavkaniyek amerîkî yê ku navê wî nehate eşkerekirin, di axaftina xwe ya Fox Newsê de, îdia kir ku Îran meha borî li herêma Semnan ya bi ser Tehranê ceribandina avêtina moşekan kiriye û herwiha duh jî dîsa moşekek avêtiye.

    Li gorî agahiyên çavkaniyê navê wî/wê ne diyar Îran ceribandina avêtina moşekên menzîlkurt ya Mersad kiriye ku ew piştî ku 56 km rê kiriye jî teqiyaye.

    Ji aliyê din ve Fox Newsê roja sêşemê jî îdia kiribû ku Îran li Semnanê li rempeya moşekan moşekek bi cureyê Safîr bicih kiriye da ji bo bişîne fezayê.

    ÎRAN: EV PARÇEYEK ŞERÊ PSÎKOLOJÎK E

    Li gorî agahiyên li ser Press Tvyê, Wezîrê Parastinê yê Îranê Huseyîn Dehkan, nûçeyê derewand.
    Dehkan, derbarê vê sûcdariyê de jî got ‘parçeyek şerê psîkolojîk e'

    Îran di 29ê Rêbendanê de li herêma Semnanê de ceribandina moşekên menzîlnavîn kiribû û ji ber vê yekê DYA hin mueyîdeyên nû yên aborî kiribû meriyete.

    Lê Îran daxuyandibû ku ceribandina wan biryarên Saziya Gelemper ya Neteweyên Yekbûyî û peymana nukleer e.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya di metirsiyê de ye ku Îran ji peymana nûkleerî vekişe
    "Hindik ma ye ku Rûsya Tirkiye û Îran herêmên di bin kontrola El Nusrayê de ne kifş bikin"
    Îran: Divê yekrêziya axa Iraqê were parastin
    Rûsya, Îran û Tirkiyeyê, dijberên nerme ji DAIŞ û El Nusrayê cuda kirin
    Etîketan:
    avêtina moşekan, ceribandin, hişyarî, îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de