14:05 26 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Herêma Kurdistanê

    Kurdên li Parelmentoya Iraqê, girtina HDPyiyan şermezar kir

    © Flickr/ kurdistan4all
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7150

    Fraksiyonên kurdî yên Palamentoya Iraqê girtina parlementerên HDPê şermezar kir û xwestin ku li Tirkiyê pêvajoya çareseriyê ji nû ve bê destpêkirin.

    Duh piştî ku parlementera HDPê ya Agiriyê Leyla Zana hat desteserkirin, Fraksiyonên kurdî yên di Palamentoya Iraqê de bertek dan Tirkiyeyê.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Yegirtû daxwaz dike Tirkiye û aliyên kurdî vegerin ser maseya gotûbêjan.

    "GIRTINA PARLEMENTERAN XIZMETA DEMOKRASIYÊ NAKE"

    Parlementerên Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Komeleya Îslamî ya Kurdistanê (Komele), Tevgera Goranê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dğiyar kir ku girtina parlementerên HDPê şermezar dikin û ji Tirkiyeyê dixwazin ku pêvajoya çareseriyê ji nû ve bê destpêkirin.

    Cîgirê Serokê Fraksiyona Yekgirtû yê Palamentoya Iraqê Musena Emîn diyar kir "Em bi her awayî girtina parlementeran şermezar dikin. Ev rewş xizmetê li demokrasiyê nake."

    "DESTÛRA TIRKIYEYÊ, DESTÛREKE NIJADPEREST E"

    Emîn destnîşan kir, divê Tirkiye û aliyên kurd ji nû ve vegerin ser diyalogê û divê parêzbendiya parlementeran were parastin û got: "Girtina parlementeran xizmeta demokrasiyê nake."

    Li gorî nûçeyê, Emîn teqez kiriye ku destûra Tirkiyeyê, destûreke nijadperest e û divê were guhertin.

    KOMEL: DIVÊ BINGEHA DEMOKRASIYÊ LI SER PIRANÎ AZADIYÊ WERE DANÎN

    Cîgirê Serokê Fraksiyona Komel ê Palamentoya Iraqê Ehmed Hecî Reşîd aşkere kir "Em girtina parlementerên li Tirkiyeyê şermezar dikin. Mafê her parlementerî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî sond bixwe û biaxive."

    Herwiha Reşîd destnîşan kir "Divê bingeha demokrasiyê li ser piranî û azadiyê were danîn. Destûr li ser demokrasî û mafên mirovan bê avakirin. Pêwîst e ev li Tirkiyeyê pêk bê."

    GORAN: TIŞTÊ LI TIRKIYEYÊ DIQEWIME, DÎKTATORÎ YE

    Parlementera Goran a Palamentoya Iraqê Şîrîn Riza diyar kir "Tiştên ku niha li Tirkiyeyê diqewimin ji berê ve hatine plankirin. Tiştên ku dibin cureyek ji dîktatoriyê ye."

    Herwiha Şîrîn wiha got: "Girtina parlementeran, ji peywirê dûrxistina serokên şaredariyan, ji bo bêdengkirina dengên li dijî desthilatê ne."

    YNK: BINPÊKIRINA MAFÊN GELÊN TIRKIYEYÊ, WAN DIBE BER BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAHIYÊ

    Parlementerê YNK yê Palamentoya Iraqê Arêz Ebdullah jî got: "Li Tirkiyeyê girtina parlementeran û serokên şaredariyan, nîşan dide ku Erdogan sozên ku dane kurdan nayêne cih. Tiştên ku dibin, Tirkiyê dikişîne dîktatoriyê. Binpêkirina mafên gelên Tirkiyeyê, wan dibe binpêkirina mafên mirovahiyê."

    Ebdullah wiha berdewam dike: "Siyaseta li Tirkiyeyê ya girtin û bêdenghiştina, ne ji îroja û ne jî ji siberoja Hikûmeta Tirkiyeyê re xizmetê dike."

    PDK: GIRTINÊN LI TIRKIYEYÊ DIQEWIMIN, GELAN JI HEV VEDIQETÎNIN

    Cîgirê Serokê Fraksiyona PDKê yê Palamentoya Iraqê Erafat Kerem jî wiha got: "Ev girtin, me dixe nav fikaran. Ji ber girtinan, gel ji hev vediqetin. Girtina parlementeran, ji pêvajoya siyasetê û demokrasiya Tirkiyê re tiştekî zêde nake."

    Herwiha Kerem destnîşan kir "Divê parlementerên kurd pitir piştgiriyê nedin PKKê û hewl bidin lihevhatinekê di navbera gelê kurd û aliyê Tirkiyeyê de çêkin da ku kurd bikarin sûdê ji vê derfetê werbigrin."

    Bi heman mijarî:

    Parlementera HDPê Ayşe Acar: Ji ber parlementereya min, dêya min ji kar avêtin
    Hevserokên HDPê û DBPê hatin binçavkirin
    Komîsyona Venedîkê serdana HDPê kir
    Parlementera HDPê Îrmez: Bi nûkirina bajaran, şirnexiyan neçarî koçberiyê dikin
    Ji bo parlamenterên HDPê Îbrahim Ayhan û Dilek Ocalan biryara girtine
    Parlamentera HDPê Kaya: Ji bo di referandûmê de bigihêjin armanca xwe, dê her tiştî bikin
    Parlamenterê HDPê Ayhan Bilgen hat girtin
    Parlamentera HDPê li Amedê hat desteserkirin
    Parlamenterê HDPê Lezgin Botan jî hat desteserkirin
    Etîketan:
    Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan, Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê (KOMELE), Tevgera Goranê, HDP, Erafat Kerem, Ehmed Hecî Reşîd, Musena Emîn, Arêz Ebdullah, Leyla Zana, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de