04:26 21 Îlon 2017
Zindî
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov- Türkiye Dışişleri Bakanı Mevlüt Çavuşoğlu

    Lavrov û Çavuşoglu mijara Sûriyeyê nirxandin

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2514

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve Rûsyayê Sergey Lavrov bi rêya telefonê mijara Sûriyeyê nirxandin.

    Li gorî zanyariyên berdest, Mevlut Çavuşoglu îro bi rêya telefonê axaftinek ligel hemkarê xwe yê rûsî Sergey Lavrov pêk anî. Heta niha ji çavkaniyên dîplomatîk tu agahiyên berfireh nehatiye dayîn.

    Lê li gorî şîroveyan, Çavuşoglu û Lavrov di axaftina xwe ya telefonî de mijara operasyona El Bab û noqteya dawî ya Reqqayê nirxandin.

    Herwiha herdu wezîran li ser tedwîrên ku ji bo Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û hêzên artêşa Sûriyeyê li herêma El Babê neyên beramberî hev rawestiyan.

    Wekî din Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan 2 roj berê di axaftina xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump de ji bo ku li herêma El Bab û Reqqayê tevde hereqet bikin li hev kiribûn. Herwiha îro Serokê CIAyê Mike Pompeo jî serdana Tirkiyeyê dike.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û Çavuşoglu hevdîtinên Astanayê nirxandin
    Lavrov û Çavuşoglu li ser agirbestê û civîna Astanayê peyivîn
    Lavrov û Çavuşoglu li ser Sûriye û Astanayê axivîn
    Çavuşoglu û Lavrov li ser agirbesta li Sûriyeyê hevdîtin pêk anîn
    Lavrov û Çavuşoglu mijara Sûriyeyê nirxandin
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşoglu, Sergey Lavrov, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de