20:39 24 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Çînê

    Çîn: "Em şer naxwazin lê em ji yên ku were ber deriyê me jî natirsin"

    © REUTERS/ Stringer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1103

    Artêşa Rizgariya Gel a Çînê li hemberî daxuyaniya Amerîka ya Başûrê Çînê bi du gotarên ‘ne tehdîd, hişyarî' bersiv da.

    Artêşa Rizgariya Gel a Çînê di malpera xwe ya înternetê de li hemberî daxuyaniya Amerîka ya Başûrê Çînê bi du gotarên ‘ne tehdîd, hişyarî' bersiv da.

    Artêşê di gotara xwe de got: "Hêzên leşkerî yên Çînê xwediyê wêrekiyeke ku şûrê xwe derxîne û parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî bike ye. Demên borî digel hejmara hindik û bi kêm amûrên leşkerî jî dîsa dijminên xwe têk birine. Îro hêzên me xwediyê enerjiyeke mezin û arasteyeke baş in. Artêş bi moşeka balîstîk a Dongfengê hatiye arastin û ji bo hemû şeran amade ye. Em şer naxwazin lê em ji yên ku werin ber deriyê me jî natirsin."

    HEKE BIXWAZIN AMERÎKAYÊ MEZIN BIKIN BILA BI KARE NAVXWEYÎ VE ELEQEDAR BIN

    Artêşê di meqaleya xwe din de jî got: "Hinek siyasetmedarên amerîkî mezinbûna xwe ya cihanê bi tekoşîna li hemberî Çîn û herêma Pasîfîk a Asyayê ve girêdidin. Le ev gelekî xeter û bêmentiq e. Heke Amerîka bixewaze bibe mezinê cihanê bila bi karê xwe yê navxweyî ve eleqedar bin."

    Bi heman mijarî:

    Çîn: "Me li sînorê Rûsyayê moşeka balîstîk bicih nekiriye"
    Gelo Çîn jibo çi keştiya cemedbir a cemserê avadike?
    'Çîn bi niyête ku hevkariya xwe ya li dijî terorîzmê bi Rûsyayê re çalak bike'
    Çîn noqava Amerîkayê ku dest danîtibû ser îade dike
    Çîn, bi TL û yuan wê rasterast dest bi muameleye bike
    Etîketan:
    moşeka balîstîk a Dongfeng, Artêşa Rizgariya Gel a Çînê, Pekîn, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de