12:45 25 Îlon 2017
Zindî
    Nîvgirava Sinaya Misrê

    DAIŞê ji Sinaya Misrê moşek avêtin Îsraîlê

    © Flickr/ Stuart Rankin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2241

    Şevê din 4 moşek li herêma turîzm a Eliata Îsraîlê ketin. Di êrişê de kuştî û birîndar çênebûn. Rêxistina terorîst a DAIŞê berpirsyariya êrişê girte ser xwe.

    Herwiha beriya êrişa DAIŞê, ji Girên Golanê hawaneke topê li Îsraîlê ket û artêşa Îsraîlê jî hedefên leşkerî yên Sûriyeyê bombebaran kir.

    Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, ji 4 moşekên ku DAIŞê avêtin 3 ji wan bi qubeyên hasin ê Îsraîlê hatin bêbandorkirin ya mayî jî li qadeke vala ket. Herwiha li gorî rojnameya Jeruselam Postê ku dispêre çapemeniya Xezzeyê 7 moşek li herêma turîzm a Eliatê ketine.

    Di bûyera avêtina moşekan de tu ziyanê can û malî çênebû, lê li gorî medyaya Îsraîlê 4 kesan bi sedema şoke serî li nexweşxaneyê dane.

    HAMAS: DI ÊRIŞA ÎSRAÎLÊ YA XEZZEYÊ DE 2 FILISTÎNÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

    Di vê navberê de Hamasê berê sibehê daxuyaniyeke çapemenî weşand û ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li hemberî tuneleke sînorê Xezze û Misrê êrişeke hewayî pêk anî û di encama êrişê de 2 filistînî jiyana xwe ji dest dan.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl: Divê êrîşkariya Îranê bêbersiv nemîne
    Tirkiyê ji ber avakirina niştecihên nû Îsraîl şermezar kir
    Îsraîl li Şerieya Rojava 3 hezar xanî ava dike
    Îsraîl û Tirkiye li Enqerê dicivin
    'Îsraîl, metirsîdar e ku Trump belgeyên nepen, bigihîne Pûtîn'
    Etîketan:
    DAIŞê bi roketan êrişî Îsraîlê kir, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Îsraîl, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de