14:47 22 Îlon 2017
Zindî
    Hizbullah

    Fermandarê Hizbûllahê yê li Eyaleta Besra ya Iraqê hat kuştin

    © Flickr/ peaceworker46
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1410

    Fermandarê Hizbûllahê yê li Eyaleta Besra ya Başûrê Iraqê Basîm El Safî ji aliyê hinek kesên nasnameyên wan nehat zanîn ve hat kuştin.

    Li gorî agahiyên malpera Al Sumariayê Fermandarê Hizbûllahê yê li Eyaleta Besra ya Başûrê Iraqê û endamê Meclîsa vê eyaletê Basim El Safî û hinek kesên bi wî re ji aliyê hinek kesên nenas ve rastî êrîşê hatin. Di encama êrîşê de El Safî jiyana xwe ji dest da û kesên bi wî re jî bi giranî birîndar bûn.

    Hat ragihandin ku El Safî û kesên bi wî re li navenda Besrayê gava ku di cihê bi navê El Heşîn re derbas dibûn, rastî êrîşê hatin.

    Hat hînbûn ku hêzên ewlehiyê yên Eyaleta Besrayê di derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. Hêjayî gotinê ye ku El Safî di deman demê de fermandarekî Heşdî Şeibî bû.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarekî DAIŞê li Mûsilê hat kuştin
    Fermandarekî Îranê li Sûriyeyê hat kuştin
    Fermandarekî Talîbanê li Afganistanê hat kuştin
    Fermandarekî îranî li Sûriyeyê hat kuştin
    Etîketan:
    êrîş, kuştin, Fermandarê Hizbûllahê yê li Eyaleta Besrayê, Basim El Safî, Eyaleta Besrayê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de