09:48 24 Îlon 2017
Zindî
    Tankên artêşa Tirkiyeyê yên li El Babê

    DAIŞê li El Babê dîsa êrîşî leşkerên tirk kir: Leşkerek hat kuştin û 10 birîndar bûn

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5822

    Operasyona Mertalê Firatê ya Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê li El Babê berdewam dike ku duh 5 leşkerên tirk hatibûn kuştin. Îro danê sibehê, DAIŞê dîsa êrîş kir û di encamê de leşkerekî tirk hat kuştin û 10ên din birîndar bûn.

    Li bajarê El Babê şer di navbera DAIŞê ji aliyekî ve û Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê ji aliyê din ve gurtir bûne ku vê sibehê DAIŞê careke din êrîşî deverên Artêşa Tirkiyeyê kir.

    Hûrgiliyên êrîşî nehatine şekerekirin lê hat ragihandin ku leşkerekî birîndar miriye.

    Herwiha hat ragihandin ku 10 leşker jî birîndar bûne.

    Piştî wê êrîşî, sengerên DAIŞê bi top û balafiran hatine bombebarankirin û nexweşxaneyên Kilîs û Dîlokê ketine rewşa amadebaşiyê.

    HETA NIHA 62 LEŞKER HATINE KUŞTIN

    Hêjayî gotinê ye ku bi mirina leşkerê îro, hejmara leşkerên tirk ên ku di çarçoveya operasyona Mertalê Firatê de hatine kuştin, bûye 61.

     

    Bi heman mijarî:

    Ibrahim Kalin: Yekîneyên me ketin nava bajarê El Babê
    DAIŞê êrişî leşkerên tirk ên li El Babê kir: 2 mirî û 15 birîndar
    Artêşa tirk û ASA taxên El Babê yên derveyê bajêr bi dest xistin
    Rûsya: Li Babê me nêzîkî li 900 hedefên DAIŞê da
    Fermandarê ASAyê: Em li herêma El Babê bi pêş ve diçin û nêzîkî bajar bûne
    Şer di navbera sivîlên El Babê û terorîstên DAIŞê de derket
    'Artêşa Sûriyeyê derdora El-Babê dorpêç kiriye û Tirkiye têk diçe'
    Etîketan:
    ASA, Arta fm, DAIŞ, El Bab, dîlok, tirkiye, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de