14:48 22 Îlon 2017
Zindî
    ALA HDPÊ-hdp

    Li Stenbolê gelek rêveber û endamên HDP û DBPê hatin desteserkirin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3021

    Li navçeyên bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê polîsan bi ser gelek malan de girtin û hat diyarkirin ku herî kêm 10 rêveberên HDP û DBPê hatine desteserkirin.

    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin polîsên taybet ên ewlehiya Stenbolê îro li ber destê sibehê bi ser gelek malan de girtin û di encamê de gelek rêveber û endamên HDP û DBPê yên bajêr û navçeyên Stenbolê desteserkirin.

    Hat ragihandin ku polîsan ew kesên ku desteser kirin, birin Şaxa Têkoşîna Dijterorê ya Miduriyeta Ewlehî ya Stenbolê.

    Navên hinek kesên ku hatin desteserkirin wisa hat diyarkirin: Şafak Ozanli, Ercan Saglam, Mesut Karçik, Resul Akgun, Canşah Çelik, Turgay Turgut, Eşref Yaşar, Firat Aslanlar, Yuksel Yildirim, Hikmet Duman û xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Ozan Hasret Yilmaz.

    Hat hînbûn ku miameleyên wan ên li miduriyeta ewlehiyê berdewam dike û tê payîn ku paşê sewqê dadgehê werin kirin.

    Bi heman mijarî:

    15 kes ji bo ku hevalê xwe bi sirûda kurdî şandin leşkeriyê hatin desteserkirin
    Li Wanê 3 belavkarên rojnameyan hatin desteserkirin
    Hevşaredarê Şaredariya Bazidê û 12 endamên meclîsa şaredariyê hatin desteserkirin
    Polîsan li Hatayê bi ser avahiyên HDPê de girt: 34 kes hatin desteserkirin
    Li Tirkiyê di hefteya dawî de 1330 kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    desteserkirin, DBP, HDP, Şaxa Têkoşîna Dijterorê ya Miduriyeta Ewlehî ya Stenbolê, Yuksel Yildirim, Ercan Saglam, Şafak Ozanli, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de