17:32 26 Îlon 2017
Zindî
    Filistîn - Xezze

    Îsraîlê êrişî Xezzeyê kir: 2 kuştî û 5 birîndar

    © REUTERS/ Ammar Awad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 931

    Hat ragihandin ku di êrişa Îsraîl a herêma Refah a Xezzeyê de 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî nûçeya AAyê balafirên şer ên artêşa Îsraîlê êrişî herêma Refah a Xezzeyê kirin û di encama êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

    Berdevkê Wezareta Tendirustî yê Xezzeyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li dijî herêma Refah a Xezzeyê êrişek hewayî pêk anîn, di encama êrişê de 2 welatiyên bi navê Husam es-Sufi (24) û Muhammed Enver el-Akra (38) jiyana xwe ji dest dan û 5 hemwelatiyên filiistînî jî birîndar bûn.

    Li gorî şahidên bûyerê, balafirên artêşa Îsraîlê di êrişa xwe ya hewayî de tuneleke navbera Xezze û Misrê hedef girtiye.

    Bi heman mijarî:

    Li ser sînorê Xezzeyê rageşî: 3 Filistînî birîndar bûn
    Misrê, ji bo heciyan sînorê Xezzeyê vekir
    Îsraîlê li dijî Xezzeyê êrîşa hewayî pêk anî
    Îsraîlê dîsa êrişî bakurê Xezzeyê kir
    Îsraîlê li ser Xezzeyê bersiv da rexneyên Bînalî Yildirim
    Etîketan:
    2 kuştî û 5 birîndar, Artêşa Îsraîlê êrişî Xezzeyê kir, Filistîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de