12:17 26 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyîp Erdogan

    Ji Erdogan bo karsazê navdar: "Bi min re bazarê neke"

    © AFP 2017/ Yasin Bulbul/Presidential Press Service
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3950

    Serokê Odeya Bazirganî ya Deryayê Metin Kalkavan di Lijneya Ekonomî ya TOBBê de ji Erdogan re got ‘ji bo îstîhdamê hinekî hêsaniya bacê bikin' Serokomar Erdogan bersiva wî da û got: "Bi min re bazarê neke."

    Lijneya Ekonomî ya Yekîtiya Borsa û Odeyên Tirkiyeyê (TOBB) ji lijneyên herêmî serbixwe civînek li dar xist. Li gorî nûçeya rojnameya Haberturkê, ji bo mafê axaftinê demeke diyar dane herkesî.

    Serokê Odeya Bazirganî ya Deryayê Metin Kalkavan jî derbarê sektorê de pirsgirêk anîn ziman û got: "Heke daxwazên me bi cih werin em ê banga Serokomar Recep Tayyip Erdogan a ji sedî 5 a îstîhdamê derxînin ji sedî 25an.

    Li ser vê axaftina Kalkavan Erdogan aciz bû û bersiva wî da ‘bi min re bazarê neke, di demên borî de ji bo sektora deryayî piştgiriya sotemenî ya bê OTV hat dayîn, divê ev ji bo vê banga dawî nebe cihê bazarê.'

    Bi heman mijarî:

    Ji Trump bo Erdogan: "Serokê CIAyê dişînim bi berfirehî biaxivin"
    Erdogan û Trump behsa hevkariya stratejîk kirin
    Trump û Erdogan bi rêya telefonê axivîn
    Erdogan ji bo referandûmê: Em ê vê hefteyê biryara xwe bidin
    Erdogan: "Hejmara turîstên me derkete 40 milyonî"
    Etîketan:
    Serokê Odeya Bazirganî ya Deryayê, Lijneya Ekonomî ya Yekîtiya Borsa û Odeyên Tirkiyeyê (TOBB), Serokomarê Tirkiyeyê, Metin Kalkavan, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de