14:05 26 Îlon 2017
Zindî
    Turkey's Prime Minister Binali Yildirim. (File)

    Yildirim: "Xelk diçe AVMê CHP jî diçe AYMê"

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim daxuyaniya CHPê ya dergehekê guherînê de ragihand ku kîjan qanûn derkeve CHP rêya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) digire.

    Turkey's Prime Minister Binali Yildirim. (File)
    © REUTERS/ Umit Bektas
    Binali Yildirim daxuyaniya CHPê ya dergehekê ku gotibû em ê guherîna Destûra Bingehîn bibin AYMê got: " Kîjan qanûn derdikeve CHP rêya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) digire. Xelk berê xwe dide avahiyên danûstandinan (AVM) CHP jî diçe AYMê.

    Yildirim li Koçka Çankayayê bi merasîmeke fermî pêşwaziya Serokê Konseya Serokatî ya Libyayê Fayez Al Sarraj kir. Yildirim piştî hevdîtinê civîneke çapemenî li dar xist.

    PÊVAJO DÊ BIDOME

    Serokwezîr Yildirim di axaftina xwe de li hemberî pirsa ku CHP wê guherînê bibe AYMê de got: "Ez qet şaş nebûm. Kîjan qanûn derkeve CHP rêya AYMê digire. Xelk diçe AVMê CHP jî diçe AYMê. Niha li welat rewşeke wiha heye. Em fêrî vê bûn. Ev dê pêvajoyê ranewestîne. AYM li gorî xwe dê biryarê bide. Lê bi erêkirina Serokomar Recep Tayyip Erdogan wê dîroka referandumê zelal bibe û pêvajo bidome."

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: "Xweda CHPê islah bike"
    Yildirim: Ji bo ku HDP dibêje 'na', em dibêjin 'erê'
    Yildirim ji bo radestkirina darbekaran name ji Çîpras re şand
    Parlementerê HDPê Nadir Yildirim piştî îfadeyê hat berdan
    ‘Erdogan û Yildirim di dîroka referandumê de li hev kirin'
    Etîketan:
    CHP, Serokê Konseya Serokatî ya Libyayê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Fayez Al Sarraj, Binali Yildirim, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de