11:31 24 Îlon 2017
Zindî
    Operasyona Mûsilê

    40 terorîstên DAIŞî ku xwekuj jî di nav de bûn hatin kuştin

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2020

    Hat ragihandin ku 40 milîtanên terorîstên DAIŞê ku di nava wan de xwekuj jî hebûn hatin kuştin.

    Li gorî zanyariyên berdest, di encama êrişên bombebarana balafirên şer yên Iraqê de 40 terorîstên DAIŞî li rojavayê Mûsilê hatin kuştin

    Yek ji fermandarê artêşa Iraqê Nayîf Zûbidî ragehand ku di encama bombebarankirina balafirên şer yên Iraqê û têkçûna êrişa DAIŞê li rojavayê bajarê Mûsilê de 40 milîtanên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin. Balafirên Koalîsyona Navnetewî êrişeke DAIŞê ji bo şûnên Heşdî Şebî li nêzîk devera Wadî Znabîr di başûrê rojavayê bajarokê Teleferê de têkşikand.

    Zûbidî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di encama vê têkşikandinê de 20 terorîst hatin kuştin û hejmarek li otomobîlên DAIŞê jî hatine linav birin."

    Herwiha Heşdî Şebî kuştina 20 terorîsan li nêzîkî nahyeya Tel Erbetê li başûrê rojavayê Mûsilê de ragehand ku xwekuj jî di nav wan kuştiyan de hebûne."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Fermandarekî DAIŞê li Mûsilê hat kuştin
    Artêşa Iraqê belavok li rojavayê Mûsilê belav kir
    Emîrekî DAIŞê li Mûsilê bi kêran hat kuştin
    DAIŞê li Mûsilê 2 êrîşên xwekujî pêk anîn
    Li Mûsilê êrîşa DAIŞê: 24 kesan can da
    Etîketan:
    Rêxistina Heşdî Şebî, Rêxistina terorîst a DAIŞê, fermandarê artêşa Iraqê, Nayîf Zûbidî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de