04:18 24 Îlon 2017
Zindî
    Albay John Dorrian

    Amerîka: Tirkiye ne parçeyekî operasyona Reqqayê ye

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8820

    Berdevkê Hevpeymaniya Dijî DAIŞê yê Amerîkayê li Iraqê John Dorrian ragihand ku DAIŞ li El Babê ketiye rewşeke pir xerab. Dorrian li ser operasyona Reqqayê jî got, di nav çend hefteyan de dê were dorpêçkirin.

    Efserê Amerîkî John Dorrian bi rêya Vîdyo konferansê ji Pentagonê re li ser operasyonên Iraq û Sûriyê agahî parve kirin.

    Dorrian bal kişand ser ku ji 1ê Rêbendanê ve balafirên hevpeymaniyê piştevaniya hêzên tirk ên operasyona El Babê dikin û di 35 êrîşên hewayî de 101 cureyên bombeyan bi ser DAIŞê de barandine.

    Fermandarê Amerîkî behsa kordînasyona hevpeymanîyê bi artêşa Tirkiyê re kir û li ser girîngiya hewildanên Tirkiyê yên dijî DAIŞê wiha axivî: "Tirkiyê ji bo derxistina dijmin ji bakurê Sûriyê karekî bêhempa kir. Ketina hûndir a şervanan û derketina ji sînorê Tirkiyê bi temamî rawestandin."

    Dorrian li ser operasyona Reqqayê ya berdewam jî agahî dan û got ku heta çend hefteyan dê bi temamî were dorpêçkirin û prosesa hêzên di kontrolkirina navenda bajarê Reqqayê de cî bigirin dest pê bike.

    Berdevkê Hevpeymaniyê li ser pirsekê got ku Tirkiye ne parçeyek ji hêzên operasyona Reqqayê ye, lê dikare rojên pêş rolekê bistîne.

     

    Bi heman mijarî:

    Wê seroka Konseya Federasyona Rûsyayê serdana Tirkiyê bike
    'Dayîna 45 milyon dolaran bo rizgarkirina jinên êzidî dereweke mezin e'
    Komedyenê tirk KHK rexne kir û xwedî li akademîsyenan derket
    Rûsya û Amerîkayê ji bo qada asmanî ya Sûriye û Iraqê vîdyo konferans pêk anî
    Rûsya: Her çi kesên tiliya wan di kuştina Karlov de hebe, dê bên sizadan
    Etîketan:
    Amerîka: DAIŞ li El Babê di rewşeke pir xerab de ye, Hevpeymaniya dijî DAIŞê, John Dorrian, Pentagon, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de