14:20 24 Mijdar 2017
Zindî
    dêra zor

    Li Dêra Zorê 2 fermandarên DAIŞê hatin kuştin û kurê Bexdadî jî birîndar bû

    © AFP 2017/ AHMAD ABOUD
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2431

    Fermandarê Dêra Zorê ya Artêşa Sûriyeyê Îssam Zahreddîn ragihand ku di encamên operasyonên hewayî ya li bajêr de DAIŞê windahiyên mezin dane.

    Hate diyarkirin ku di êrişa li bajarê Dêra Zorê ya Artêşa Sûriyeyê de 2 fermandarên paye bilind yê rêxistina DAIŞê hatine kuştin û kurê serokê DAIŞê Ebûbekîr el Bexdadî jî birîndar bûye. Fermandarê Dêra Zorê ya Artêşa Sûriyeyê Îssam Zahreddîn ji Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku piştî êrişên DAIŞê ya li çend taxan û rêya balafirgeha ku niştecihên bajêr ji xwe re xurek, şewat û derman ji xwe re werdigirtin ku qutbû, Artêşa Sûriyeyê dest bi êrişan kiriye.

    ‘KURÊ EBÛBEKÎR EL BEXDADÎ BIRÎNDAR BÛ'

    Zahreddin, eşkere kir ku hêzên hikûmetê li herêma Makabîrê dest bi êrişan kirine û seranserê eniyê jî 3 hezar û 500 metro pêşve çûne û şer jî bê navber dewam dike.

    Zahreddîn da zanîn ku di encama operasyona hewayî ya gira 14mîn ya herêma Makabîrê de 15 terorîstên DAIŞê hatine kuştin. Di navbera kesên hatin kuştin de fermandarên DAIŞê Ebû Muhammed el Adnanî û Ebû Velîd el Tarablûsî jî hene.

    Zahreddîn eşkere kir ku di êrişên hewayî de kurê serokê DAIŞê Ebû Bekîr el Bexdadî jî birîndar bûye û gelek hevalên wî jî hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Teknîka leşkerî ya bûndesverê li Herêma Kurdistanê ye: DAIŞ bi çekên almanî gulebaran dike
    Rapora KENY: DAIŞ êdî di pozisyona parastinê de ye lê hêj jî metirsî ye
    Rûsya, Îran û Tirkiyeyê, dijberên nerme ji DAIŞ û El Nusrayê cuda kirin
    Rûsya: Em bi endîşe ne ku DAIŞ li Efxanistanê bandora xwe zêde bike
    Nûnerê NY yê li Iraqê: DAIŞ wê di demeke kurt de li Iraqê biqede
    Etîketan:
    kuştin, hewayî, operasyon, DAIŞ, fermandar, Sputnik, Îssam Zahreddîn, Ebûbekîr El Bexdadî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de