07:27 26 Gulan 2018
Beşar Esad

'Esad amade ye ku bi kurdan re jî diyalogê bike'

© REUTERS / SANA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Parlamenterê Dumayê Aleksandr Yuşenko ragihand ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad Amade ye ku bi kurdan re jî diyalogê bike ta ku nerîna wan a siyasî derbarê siberoja Sûriyeyê de werbigire.

Parlamenterê Dumayê Aleksandr Yuşenko beşdarî hevdîtinên ligel Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad bû û derbarê wê hevdîtinê de daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya parlementerên bi Esadî re civiyane, Serokê Sûriyeyê teqez kiriye ku amade ye bi kurdan re diyalogê bike ta ku nerîna wan li ser rewşa welatî werbigire.

Yuşenko piştî civîna bi Esadî re ji rojnamevanan re wiha got: "Eger nerîneke taybet a kurdan ji bo pergala Sûriyeyê hebe. Serok Esad teqez kir ku birêveberî amade ye ku derbarê vê mijarê de diyalogê pêk bîne."

'PIRSA KURDAN LI SÛRIYEYÊ, PIRSA NAVXWEYÎ YA SÛRIYEYÊ YE"

Ji aliyê din ve, Dmitry Sablîn diyar kir ku pirsa kurdî heta astekê aloz e û bal kişand ser hindê ku rola DYAyê jî di meseleyê de heye li gel ku divê ev mesele ya suriyan bi xwe be.

Sablîn derbarê mijarê de wiha got: "Gotûbêjkirina destûra Bingehîn, fersendeke nû ye ji bo gelê Sûriyeyê. Û rewşa bi kurdan re jî, berî her tiştî meseleya gelê Sûriyeyê ye."

Herwiha Sablîn got, Esad teqez dike ku pirsa kurdan, pirseke navxewyî ya Sûriyeyê û divê bi rêya diyaloga bi gelê Sûriyeyê re were çareserkirin, ne bi DYA yan hinekên din re.

Bi heman mijarî:

Esad: "Pêşveçûnên Sûriyeyê li gorî daxwaza Şam û Moskowê dimeşe"
Esad di derbarê Trump de daxuyanî dan
Beşar Esad dema efûya ji bo mixalîfan dirêj kir
Parlamenterê sûrî: ‘Erebistana Siûdî bo em ji Esad veqetin pere pêşniyarê me kir'
PYD: Divê Esad di qonaxa veguhêz de li ser desthilatê bimîne
Tirkiye: Cihê Esad di Sûriyeya siberojê de tine
Cîgirê Serokwezîr Şimşek, daxuyaniya derbarê Esad derewand
Etîketan:
Dmitry Sablîn, Aleksandr Yuşenko, Beşar Esad, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de