03:17 25 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Milîtanê DAIŞê, li parlemento û avahiya AKPê keşif kiriye

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve ya derbarê 25 girtî û 35 gumanbaran de hatiye amadekirin de, tê gotin ku milîtanek DAIŞê li parlementoya Tirkiyeyê û avahiya AKPê keşif kiriye herwiha heman milîtan li Mizgefta Zeynebiye ya li Halkaliya Stenbolê jî hin keşif kiriye.

    Di îdianameya ku ji aliyê Buroya Tawanên bi Rêxistin û Terorê ya bi ser Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye amdekirin de, tê gotin ku gumanbarek bi navê Selîm S. bi fermana DAIŞê di 12 Cotmeha sala 2016an de li parlementoyê bi armanca çalakiyan li dar bixe, keşif kiriye. Herwih şikbarê ku di encama agahiyên îstixbaratî dihate şopandin, bo balê nekşîne riya xwe kin kiriye û li Mizgefta Kocatepe ya Enqereyê û avahiya Serokatiya Navendê ya AKPê  jî gelek keşif kiriye.

    KEŞFA LI MIZGEFTA CAFERIYAN

    Di îdanameyê de tê gotin ku şikbar piştî keşfê heman rojê bi balafirê vegeriyaye Stenbolê. Herwiha li derdora Mizgefta Zeynebiye û Navenda Çanda Zeynebiye ya ku bêhtir welatiyên caferî tênê jî hin keşif kiriye. Wêneyên dema keşfe yên Selîm s. jî di nav dosyeya îdianameyê de cih digre.

    Di îdianameyê de tê gotin ku dibe ku fermana keşfê ji aliyê Ebû Darda al Turkî û Ebû Hemze yên ku talîmatên çalakiyan bo Tirkiyeyê didin ve hatibe dayîn.

    DAIŞ
    © AP Photo/ Mohammad Hannon, File
    ŞIKBAR JI XWE RE LI ÇALAKVANAN GERIYAYE

    Herwiha hate gotin ku Selîm S. ji xwe re li çalakvanekî digeriya û bi vê armancê bi kesên bi navên D. Şûayîb A. Û Abdulsamet Ç. Ve ketiye pêwendiyê. Pêwendî bi rêya bernameyên telefonê yên bi navê Trucrypt' û 'Teamviewer' yên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve tê bikaranîn ve hatiye danîn.

    Di îdianameyê de bo Selîm S. û 6 şikbarên din de bi sûcên ‘hewldana rakirina pergala makeqanûnî' cezayê muebeta girankirî hate xwestin. Herwiha bo hemû şikbarên din jî bi sûcê ‘endamtiya rêxistina terorîst' ji 7,5 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

    Îdianame hate şandin bo Dadegah Cezaya Giran ya 13emîn ya Stenbolê.

    Bi heman mijarî:

    Rapora NYyê: DAIŞ digel windakirina erd û dahatê jî dikare şer bidomîne
    Teknîka leşkerî ya bûndesverê li Herêma Kurdistanê ye: DAIŞ bi çekên almanî gulebaran dike
    Rapora KENY: DAIŞ êdî di pozisyona parastinê de ye lê hêj jî metirsî ye
    Rûsya, Îran û Tirkiyeyê, dijberên nerme ji DAIŞ û El Nusrayê cuda kirin
    Rûsya: Em bi endîşe ne ku DAIŞ li Efxanistanê bandora xwe zêde bike
    Nûnerê NY yê li Iraqê: DAIŞ wê di demeke kurt de li Iraqê biqede
    Etîketan:
    amadehiya êrişan, keşfa mizgeftê, daiş, enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de