14:13 24 Mijdar 2017
Zindî
    Parlementera HDPê Ayşe Acar Başaran

    Parlementera HDPê Ayşe Acar: Ji ber parlementereya min, dêya min ji kar avêtin

    © Foto: Ayşe Acar Başaran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5510

    Îro li gel dêya Parlementera HDPê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran 31 karkerên Şaredariya Êlihê bi hinceta 'têkiliya wan bi rêxistinê re heye' ji kar hatin dûrxistin. Başaran derbarê vê yekê de got:'Ti têkiliya dêya min bi rêxistinê re nîne û ji ber ew dêya min e wê ji kar dûrxistin.'

    Hikumetê piştî Hewldana Derbeya Leşkerî ya 15 Tîrmehê, Biryarnameyên di Hikmê Yasayê derxist û di vê çarçoveyê de mafê ji kar avêtin û dûrxistinê da qeyûmên li serê şaredariyên bajarên kurdan. Heta niha bi sedan xebatkar bi fermana qeyûman ji kar hatin avêtin û dûrxistin. Herî dawî diyar Parlementera HDPê Ayşe Acar Başaran ya ku 16 sal in li şaredariyê karker e bi hinceta ku ‘têkiliya wê bi rêxistinê re heye' ji kar hate dûrxistin.

    Ayşe Acar Başaran li ser rewşa diya xwe de hin agahî da Spûtnîk Kurdistanê û got diya wê di çarçoveya Biryarnameyên di Hikmê Yasayê de bi hinceta ku ‘têkiliya wê bi terorê re heye' ji kar hatiye dûrxistin ku li gorî wê ev tê wateya jikaravêtinê. Herwiha Başaran amaje kir ku kiryarek wiha li ti zagonên cîhanê nîne û hikumet ji ser wan malbatên wan jî siza dike.

    ‘DI ÇAVÊN WAN DE EM HEMÛ ‘TERORÎST' IN'

    Başaran di dewama axaftina xwe de destnîşan dike ku biryarên wiha di encamên lêpirsînan tê dayîn lê derheqê diya min de ti lêkolîn nehatiye kirin. Başaran dibêje ti têkiliya diya min bi ‘rêxistinê' re nîne yek têkiliya wê heye ew jî ‘bi min re' ye û wiha pê de diçe: ‘Ji ber min diya min ji kar hat dûrxistin. Lewra di çavê hikumetê de em hemû ‘terorîst in' Hikumet dixwaze dengê dijberan qût bike. Ji ser me malbatên me jî siza dikin. Dixwazin me bi birçîbûnê û tunebûnê bitirsînin da ku em li ber wan çokên xwe dînin.'

    ‘LI GEL DIYA MIN 31 KESÊN DIN HATIN DÛRXISTIN'

    Başaran di dirêjahiya axaftina xwe de destnîşan dike ku hikumet bi van gavên wiha dixwaze gel paş de gav bavêje û cezayê tenê nada şexsan dide malbatên şexsên dijber jî. Herwiha Acar dibêje îro li gel diya wê 31 kesên din dîsa bi heman hincetê yanî bi hinceta ku ‘têkiliya wan bi rêxistinê re heye' ji kar hatine dûrxistin.

    ‘EM Ê SERÎ LI DADGEHÊ BIDIN'

    Parlementera HDPê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran di dawiya daxyaniya xwe de amaje dike ku wê li hember vê yekê li mafên xwe bigerin û serî li dadgehan bidin û wiha pê de diçe:'Em ê bi her alî li ber xwe bidin. Ji aliyê civakî jî em ê li ber xwe bidin. Lê îro hemû dadgehê di destê hikumetê de ye lewma jî encam di serê me ne zalal in û em ne bawer in ku encameke erênî derkeve.'

    Bi heman mijarî:

    Parlamentera HDPê Başaran serbest hat berdan
    Parlamentera HDPê Başaran li Enqereyê hat binçavkirin
    Ji Şaredariya Akdenîzê bi dehan karker ji kar hatin derxistin
    Bo Şaredariya Payîzavayê qeyûm hate şandin
    Ji bo Şaredariya Depê qeyûm hat tayînkirin
    Ji bo Şaredariya Pasûrê qeyûm hat tayînkirin
    Etîketan:
    şaredariyên bajarê kurda, dûrxistina ji kar, jikaravêtin, ayşe acar başaran, êlih
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de