06:33 23 Mijdar 2017
Zindî
    Rusya Siyasi Araştırmalar Enstitüsü Müdürü Sergey Markov

    Pisporê Rûsî: Di têkiliyên DYA û Tirkiyeyê de mijara kurdan ji ya Gulen girîntir e

    © Sputnik/ Aleksandr Natruskin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6920

    Midurê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya Rûsyayê Sergey Markov got di warê têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê de mijara kurdan ji mijara Fethullah Gulen girîngtir e.

    Sergey Markov hevdîtina di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump de ji bo Sputnikê nirxand.

    Pisporê Rûsî Markov got ew bi guman e ku di hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê de rola rêveberiya Amerîkayê hebe. Markov di derbarê îadekirina Gulen de anî ziman ku ew bawer nake Amerîka Gulen îade bike û wiha berdewam kir:

    "Bi ya min Amerîka Gulen radestî Enqereyê nake. Ya rast îadekirina Gulen nayê hesabê rêveberiya Tirkiyeyê jî. Gulen li Amerîkayê bimîne û li wir were blokekirin ji bo Tirkiyeyê hîn baş e. Gulen niha ji bo Enqereyê ‘dijminekî başe.' Mijara duyemîn siberoja NATOyê ye. Di têkiliya Amerîka û Tirkiyeyê de mijareke din a girîng jî çareseriya kêşeya Sûriyeyê. Di vê mijarê de her kes hemfikir in. Guhertina helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad jî geşedaneke girîng e. Her wiha mijara kurdên Sûriyeyê jî mijareke girîng e. Di derbarê vê mijarê de di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de fikirên cuda hene. Heta di warê têkiliyên du alî de ev mijar, ji mijara Gulen girîngtir e."

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Îranê: Kurd ev 3 hezar sal in li ser vê axê dijîn
    Hevdîtina Şandeya Niştimanî ya Iraqê ya bi partiyên kurd re berdewam dike
    Ilham Ehmed: Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê êrîşî YPGê dike
    Hat îdîakirin ku ‘Trump plana YPGê rawestand'
    Şervanekî YPGê yê amerîkî di operasyona Reqqayê de jiyana xwe ji dest da
    '12 navendên YPGê û hêzên eşîra Şemer hatin bombardimankirin'
    Etîketan:
    girîngtir, kurd, Midurê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya Rûsyayê, Fethullah Gulen, Sergey Markov, Sûriye, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de