21:43 22 Mijdar 2017
Zindî
    Beşar Esad

    Rûsya: "Esad amade ye ku bi muxalifên çekdar re hevdîtinê bike"

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1610

    Parlamenterê rûsî Dmitriy Sablîn ragihand ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad Amade ye ku bi nûnerên muxalifên çekdar e hevdîtinê pêk bîne.

    Heyeta rûsî ku parlamenterê Dumayê Dmitriy Sablîn jî di nav de bû li Şamê bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtinek pêk anîbû.

    Dmitriy Sablîn piştî hevdîtina bi Beşar Esad re di daxuyaniya xwe de got: "Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad di hevdîtina me ya îro de got ‘nûnerên muxalifên çekdar jî di nav de ez amade me bi hemû nûnerên muxalifan re ji bo lihevkirinê hevdîtinê bikim'.

    Li gorî daxuyaniya Sablîn, Esad amadeye ku bi hemû nûnerên muxalif re hevdîtinê bike lê naxwaze nûnerên muxalifên sûriyeyî ku ji Ewropa mudaxele dikin hevdîtinan pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em naxwazin Sûriye bibe wek Iraq û Lîbyayê
    "Divê Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiye ji bo bidawîkirina şerê Sûriyeyê hevkariyê bikin"
    Lavrov: "Ne Rûsya û ne jî Sûriye êrişî konvoya NY nekiriye"
    Moskova: "Rûsya û Sûriye êrişî tu konvoyên NY nekirine"
    Rûsya: "Artêşa Sûriye û mûxalif wê ji rêya Kastîloyê vekişin"
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Sûriyeyê, Parlamenterê Dumayê, Beşar Esad, Dmitriy Sablîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de