07:36 21 Mijdar 2017
Zindî
    Silopya-Şirnex

    Li Şirnexê saetên qedexeya derve hatin guherandin

    © Ruptly. Omer Farûk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2920

    Li Şirnexê saetên qedexeya derketina derve yên di navbera 22.00-05.00a de ji îro şûnde diguhere. Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê qedexeya derketina kolanan êdî wê di navbera saet 23.00-02.30yî de were sepandin.

    Parêzgariya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji îro şûnde saetên qedexeya derketin a derve hatiye guherandin.

    Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de got qedexeya derketina derve ya ku ji 14ê Mijdara 2016an şûnde di navbera saet 22.00-05.00a de tê sepandin, ji 8ê Sibata 2017an şûnde wê di navbera saet 23.00-02.30yî de were sepandin.

    Parêzgariya Şirnexê qedexeya derketina derve di 14ê Mijdara 2015an de dabû destpêkirin û di 14ê Mijdara 2016an de bi awayekî qismî rakiribû û ji wê demê şûnde jî di navbera saet 22.00-05.00a de dabû domandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Şirnexê teqîn: 5 kes birîndar bûn
    Operasyon û tevgerdariya leşkerî ya li Şirnexê dewam dike
    Li Şirnexê Pevçûn: 2 leşker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn
    Li Şirnexê şer: 2 leşker hatin kuştin 4 jî birîndar
    Baroya Şirnexê: Sererastkirina bajêr barê milê dewletê ye
    Heyva Sor a Kurdistanê 500 hezar euro şand Şirnexê
    Karwanek leşker bo operasyonê diçin ser sînorê Şirnexê
    Etîketan:
    qedexeya derketina derve, Parêzgariya Şirnexê, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de