18:01 23 Mijdar 2017
Zindî
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    Selvi: "Di 16ê Nîsanê de em ê herin referandumê"

    © AFP 2017/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1910

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de îdîa kir ku Tirkiye wê di 16ê Nîsanê de here referandumê.

    Nivîskar Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de got: "Kêm zêde dîroka referandumê diyar bû. Serokomar Recep Tayyip Erdogan guherîna Destûra Bingehîn pêncşem herî dereng jî roja înê wê erê bike û di vê rewşê de di 16ê Nîsanê de em diçin referandumê."

    Abdulkadir Selvi di berdewamiya gotara xwe de got: "Heke di referandumê de dengê na derkeve îhtîmaleke mezin wê hilbijartina pêşwext çêbibe."

    ‘DIBE HILBIJARTINA PÊŞWEXT ÇÊBIBE'

    Selvi di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Piştî referandumê wê kabîne jî were guherandin. Tabî encamê referandumê wê siyaseta Tirkiyeyê ji nû ve dizayn bike. Heke dengê na derkeve wê demê hilpbijartina pêşwext heye û heke dengê erê derkeve wê demê kabîne dê biguhere. Di vê pevajoyê de axaftina hilbijartina pêşwext rast nayê dîtin. Helbet wê demê jî pirsa ku madem pergala serokomariyê ji bo Tirkiyeyê hewçend pêwist e ma gelo rast e em 2 û 6 mehan bisekinin dê were pirsîn."

    Bi heman mijarî:

    Chomsky derheqê guherandina pergala serokatî ya Tirkiyeyê de axivî
    Yildirim: "Me pêşniyara guherandina Destûra Bingehîn pêşkêşî serokomariyê kir"
    Wezîrê berê Fikri Saglar: ‘Bi guherandina bajaran pirsgirêka kurd nayê çareserkirin'
    HDPê, şertê Ocalan danî pêşiya guherandina makeqanûnê
    Altan Tan: 'Hêza HDPê têra guherandina biryara PKKê nekir'
    Etîketan:
    Guherîna Destûra Bingehîn, Dîroka referandumê, Nivîskarê rojnameya Hurriyetê, Abdulkadir Selvi, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de