14:09 24 Mijdar 2017
Zindî
    Girtîgeh

    ‘Odeya pembe' li endamên FETO hate qedexekirin

    © Foto: Pixabay
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2011

    Bi hezaran kesên ku di çarçoveya hewldana derbeya leşkerî de hatibûn girtin ji bo hevdîtina hevserên wan a daxwaza ‘odeya pembe' bi sedema ewlehiyê hat redkirin.

    Daxwaza girtiyên ku ji doza endamtiya rêxistina FETO/PDYê hatine girtin a dîtina hevser li odeya pembe bi sedemên ewlehî ku wê di nava rêxistinê de bibe fealiyeta peyamdayînê hat redkirin.

    Li gorî doneyên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê piştî 15ê Tîrmehê ji sûcên cuda 205 hezar kes hatin girtin. Ji wan 45 hezar û 500 endamên FETO, 9 hezar û 283 PKK û 750 jê jî di çarçoveya endamtiya DAIŞê de hatin girtin. Li gorî qanûna înfazê heke sûcdariya terorê jî hebe hinek girtî ji halê baş çend xelatan werdigirin. Yek ji van xelatan jî odeya pembe ye.

    Her roj bi hezaran girtî ji bo ku ji odeya pembe îstîfade bikin serî li revebiriyê didin. Girtiyên ku halên wan ê baş tê nirxandin herî dereng 3 meh û herî zû jî di nava mehekê de bêyî çavdêriya gardiyan û şopa teknîkî ji 3 seetan hetanî 24 seetan dikarin bi hevserên xwe re hevdîtinê bikin û tenê bimînin.

    Bi heman mijarî:

    Îmamê FETO: "Me bi lepikan nameyên îxbarê yê bênav çêdikirin"
    10 hezar polêsên ku ji doza FETO hatibûn îxrackirin diçin leşkeriyê
    Polêsê ku ji doza FETO ji kar hate dûrxistin întîxar kir
    Çavuşoglu: Tirkiye jî Amerîka jî dizane li pişt êrîşa balyoz FETO heye
    Girtiyê FETO wekî cîgirê walî hat tayînkirin
    Etîketan:
    Odeya pembe, DAIŞ, PKK, FETO, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de