05:30 21 Mijdar 2017
Zindî
    Çekdarên DAIŞê

    Rapora NYyê: DAIŞ digel windakirina erd û dahatê jî dikare şer bidomîne

    © Foto: © AFP 2015
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1421

    Cîgirê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karûbarên Siyasî li NYyê Jeffrey Fetman got, her ku DAIŞê gelek erd û dahata xwe ji dest daye jî xwedîyê fondeke ku dikare pê çalakiyên xwe yên terorîstî berdewam bike ye.

    Feltman di gotara xwe ya ku bi navê ‘Gefa DAIŞê ya li hemberî aştiya navnetewî û ewlekariyê' li KENYê pêşkeş kir de, zanyariyên rapora dawî ya Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li ser DAIŞê parve kir.

    'DERFETÊN MADÎ YÊN DAIŞ'Ê HÊ JÎ HENE'

    Feltman destnîşan kir ku DAIŞ li gelek herêman ji rewşa êrîşê derbasî xweparastinê bûye, lê dîsa jî li herêmên ku kontrol dike ji bo berdewama çalakiyan xwedî derfetên madî ye.

    Nûnerê NYyê bal kişand ser ku dahatên rêxistinê xenîmet û qaçaxçîtiya sotemenîyê ye û metirsî heye piştî kêmbûna wan dahatan dest bi karê fîdyeyê û mîna wê bike.

    'DAIŞ BI MÎLÎTANÊN DERVE DIKARE ÇALAKIYAN BIDE KIRIN'

    Feltman herwiha da zanîn ku DAIŞê ji bo komkirina milîtanan dest bi pêwendîyên veşarî û bi şîfre kiriye ku hê jî dikare bi wan pêwendiyên xwe li welatên derve bi alîgirên xwe çalakiyan bide kirin.

    Nûnerê NYyê bi bîr xist ku pêwîst e ji xeynî têkoşîna dijî DAIŞê ji bo pêşiya avabûna rêxîstinên terorîst bê girtin, lazim e zemîna pevçûnan jiholê were rakirin.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Amerîkî: Diviyabû me qedexeya vîzeyê taloq bikira
    Fermandarekî DAIŞê li Mûsilê hat kuştin
    Li Şingalê goreke komî ya êzidiyan hat dîtin
    'Wê Rûsya li 2050 bibe ekonomiya herî mezin a Ewropayê'
    Çurkîn: Em di têkiliya Amerîkayê de hêviya mucîzeyan nakin
    Etîketan:
    NY, daiş, Rapora NYyê: DAIŞ digel windakirina erd û dahatê jî dikare şer bidomîne, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de