21:41 22 Mijdar 2017
Zindî
    operasyona Mûsilê

    Fermandarekî DAIŞê li Mûsilê hat kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1011

    Serbasê bi navê İbrahim Yûnis El Ebbawî li Mûsilê di encama bombebarana balafirên Hevpeymana Navdewletî de hat kuştin.

    Hêzên Hevpeymana navdewletî di çarçoveya operasyona Rizgarkirina Mûsilê de çeperên DAIŞê bombebaran dikin. Herwiha Artêşa Iraqê, Hêzên Pêşmerge û hêzên din ên herêmî jî di bejayiya Mûsilê operasyonên xwe li hemberî DAIŞê berdewam dikin.

    Li gorî agahiyên ku Hêzên Dijterorê yên Herêma Kurdistanê belav kirine, îro danê nîro di operasyona Mûsilê de balafirên Hevpeymanê aliyê rastê yê Mûsilê, bombebaran kirin û di encamê de fermandarekî DAIŞê Ibrahîm Yûnis El Ebbawî bi nasnav Ebû Harûnli Taxa 17ê Tîrmehê de hat kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê belavok li rojavayê Mûsilê belav kir
    Emîrekî DAIŞê li Mûsilê bi kêran hat kuştin
    DAIŞê li Mûsilê 2 êrîşên xwekujî pêk anîn
    Li Mûsilê êrîşa DAIŞê: 24 kesan can da
    Artêşa Iraqê hejmara deverên ku li Mûsilê hatin kontrolkirin eşkere kir
    Bi çend çalakiyên cuda alîkarî ji penaberên Şingal û Mûsilê hat şandin
    Etîketan:
    Hêza Dijterorê ya Herêma Kurdistanê, Artêşa Iraqê, Hêzên Pêşmerge, Hevpeymana Navdewletî, DAIŞ, Ebû Harûn, Ibrahîm Yûnis El Ebbawî, Taxa 17ê Tîrmehê, Iraq, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de