14:50 17 Kanûn 2017
Zindî
    Ebadî û Barzan

    Serokwezîrê Iraqê: Hîn projeya siyasî ya serxwebûna Kurdistanê nehatiye pêşkeşkirin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî li ser nîqaşên serxwebûna Herêma Kurdistanê got, ‘mafê her neteweyê heye dahatuya xwe diyar bike’ û da zanîn ku hîn di asta “teorîk” de ye, bi awayekî siyasî nehatiye pêşkeşkirin.

    Serokwezîrê Iraqê li civîna rojnamevanî ya li Bexdayê li ser helwesta wan bo serxwebûna Herêma Kurdistanê ev daxuyanî da: "Hîn ev mijar bi awayekî siyasî ji me re nehatiye pêşkeşkirin. Raste ku mafê her neteweyê heye doahatuya xwe diyar bike, lê ev mijar di asta teorîk de ye û ti gaveke rasteqîn nehatiye avêtin. Em ligel wê Iraqeke rêzê li her kesî digire û xizmeta her kesî dike ne. Em dixwazin Iraq yek be û em bi hev re bihêz bikin."

    'HÊZA DAIŞ'Ê KÊM BÛYE'

    Ebadî bal kişand ser hevkariya Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê û da xuyakirin ku cara ewil hevkariyeke wiha çêbûye.

    Serokwezîrê Iraqî li ser operasyona berdewam a Mûsilê got ku hêza DAIŞê li hember hêza pêşveçûnên hêzên Iraqî kêm bûye û ev karê wan hêsantir dike.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em hêvî dikin Amerîka ji biryara bikaranîna bêsînor a çekên nukleerî vegere
    'Medya Rojavayî derheqê rewşa Sûriyê derewan dike'
    Hevşaredarê Bajêrgeh ê ji peywirê hat dûrxistin
    Fîlmê Rûsî 'Mala Xelkê' yekem car xelateke Amerîkî wergirt
    Bajarên herî xweş ên li Cihanê
    Ebadî: Yasaya lêborînê bûye sedema zêdebûna tawanan
    Etîketan:
    Serokwezîrê Iraqê: Hîn projeya siyasî ya serxwebûna Kurdistanê nehatiye pêşkeşkirin, Herêma KUrdistanê, iraqî, Herêma Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de